Xwişka Alî Çîçek: Biçûk bû, lê dilmezin bû 2024-07-14 09:04:58   RIHA - Ayşe Çîçek, xwişka berxwedêrê Rojiya Mirinê ya Mezin Alî Çîçek got: "Biçûk bû, lê kesekî dilmezin bû."    Di ser Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê re ku bi pêşengiya Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê pêk hat, 42 sal derbas bûn. Li gorî daneyên fermî, di Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî de ku yek ji serdema herî tarî ya welêt bû, 650 hezar kes hatin binçavkirin, 230 hezar kes hatin darizandin û nêzî 52 hezar kes hatin girtin. Ji bo zêdetirî 7 hezar kesan cezayê îdamê hat xwestin û ji wan 50 kes hatin îdamkirin.    Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê ya di bin rêveberiyan efser Esat Oktay Yildiran de ku bi taybetî îşkence lê dihat kirin, ket lîsteya "10 girtîgehên herî navdar ên cîhanê." Li gorî daneyên fermî herî kêm 300 kesî li vê girtîgehê jiyana xwe ji dest daye.    Berxwedana li dijî îşkence û pêkanînên dijmirovahî yên di vê serdemê de ku polîtîkayên tasfiyekirinê yên li hemberî kurdan hatin meşandin û teslîmiyet hat ferzkirin, bi heman awayî mezin bû. Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di 14'ê Tîrmeha 1982'yan de dest bi çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin kirin. Kemal Pîr di roja 53'yan de, Hayrî Durmuş di roja 61'ê de, Akîf Yilmaz di roja 63'Yan û Alî Çîçek di roja 65'an de jiyana xwe ji dest dan. Çalakiya ku bû sedema bidawîbûna pêkanînên dijmirovahî yên li girtîgehê, bû bingeha têkoşîna azadiya ya gelê kurd.   'STÊRKA SOR'   Ayşe Çîçek, xwişka Alî Çîçek ku hê di 21 saliya xwe de di berxwedana dîrokî de jiyana xwe ji dest da û Hayrî Dûrmûş ji bo wî digot "Ew, stêrka me ya sor e" behsa birayê xwe kir.    Çîçekê got: "Em bi têkoşîna wan serbilind in. Nêzî 6 sal di navbera me de hebû. Bavê min bi erebeya hespan diçû gund û fêkî û zebze difirot. Birayê min ê mezin jî dest bi sewalvaniyê kir. Me debara we bi vê dikir. Alî zarokekî livdr bû. Kesî nikaribû xwe bigihanda wî. Hê ji zarokatiya xwe ve wisa bû. Wê demê jî bêedaletî û neheqî qebûl nedikir. Gava kesekî heqaret li kesekî din bikira qebûl nedikir, li ber radibû. Gava em hinekî mezin bûn em ji navçeyê çûn Rihayê. Alî jî wê gavê simît difirotin, karkeriya demsalî dikir. Zarokekî kûr bû, pir nediaxivî. Em tim li cem hev bûn. Gava ez zewicîm û çûm Antalyayê, êdî me pri ehv nedidît. Gava dest bi lîseyê kir, wî û birayê min tim pez dibir Edeneyê. Carekê gava pez birin Edeneyê hat girtin."    Çîçekê diyar kir ku Alî Çîçek piştî hevdîtina bi Kemal Pîr redaxilî nava têkoşînê bûye û got ku birayê wê tevî temenê xwe yê biçûk bi salan li xeta Curnê Reş û Sêweregê xebitiye. Çîçekê ku bi gotina "Biçûk bû, lê kesekî dilmezin bû" behsa birayê xwe kir anî ziman ku gelek kes bandor jê girtine û tevlî têkoşînê bûne.    BÛN HÎMÊ KURDISTANÊ   Çîçekê da zanîn ku piştî derbeyê Alî ji ber îxabara gardiyanekî hatiye girtin û ew birine Girtîgeha Amedê û got: "Tim dixebitî. Dema ku nexebitiyana li ser xebatan difikirî. Paşê xeberek hat ku wî girtine. Êdî me tenê di hevdîtinan de Alî didît. Her cara em biçûna girtîgehê leşker hebûn û kûçik bi wan re hebûn. Alî tevî ew qas îşkence û lêdanê jî dihat. Me ji tirsa tenê jê re digot 'Çaw ayî?, Baş î?' Gava nikaribûya li se rpêyan bisekiniyana jî digot 'Ez baş im.'"    Çîçek wiha domand: " Me dizanibû di greva birçîbûnê de ne. Rojekê cendirme hatin, ji bo ragihandina xebera mirina wî. Me ew girt pêşî bir navçeya KAdîrlî ya Osmaniyeyê. Li vir gelek carab êrişî gora wî kirin. Lewma me ew ji wir derxist anî li Amedê veşart. Em bi têkoşîna wan li ser pêyan e. Bi saya berxwedana wan tevahiya cîhanê navê kurdan bihîst. Ew bûn hîmê Kurdistanê."    MA / Ceylan Şahînlî