Ji parêzera Çîftçî ya du caran hat girtin banga têkoşîna hevpar 2024-07-14 09:26:20   STENBOL - Parêzer Nagîhan Avçil, hevpîşeya endama OHD'ê parêzer Şûheda Ronahî Çîftçî ku hat berdan û li ser îtiraza dozger cardin hat girtin, banga têkoşîna hevpar li rêxistinên hiqûqê kir.    Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Şuheda Ronahî Çîftçî ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî di Sibatê de hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê û di 28'ê Hezîranê de hatibû berdan, di 30'yê Hezîranê de li ser îtiraza dozger careke din hat girtin. Lêkolîna binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û wekî rapor amadekirina wan wekîs edema girtinê hatin nîşandan.    Endama OHD'ê Parêzer Nagihan Avçîlê diyar kir ku desthilat parêzerên ku bêhiqûqîtiyên desthilatê qebûl nake krîmînalîze dike.    ‘PARÊZERTÎ TÊ KRÎMÎNALÎZEKIRIN'   Avçîlê destnîşan kir ku Çîftçî ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatiye girtin û got: "Ronahî, piştî hat binçavkirin me sûcên pê tê tawanbarkirin pûç kirin. Me bi raporan nîşan da ku ew parêzevaneke mafên mirovan e. Lê tevî ev qas îspatan jî hat girtin."    Avçîlê bilêv kir ku saziyên bi binpêkirinên mafan ên li girtîgehan re eleqedar dibe ji aliyê desthilatê ve hedef tên girtin û got: "Li girtîgehan bi destê desthilatê polîtîkayeke taybet tê sepandin. Tecrîdkirina girtiyan, binpêkirinên mafan, biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê... biryarên nehiqûqî tên girtin. Parêzerên ku vê bêhiqûqîtiyê qebûl nakin jî rastî darizandin û lêpirsînan tên. Hevdîtinên parêzeran ên bi girtiyan re, di çaçroveya polîtîkaya desthilatê û çapemeniya wê de tim tên krîmînalîzekirin.    Avçîlê bal kişand ser zextên desthilatê yên li ser parêzeran jî û got ku tevî hemû zextan jî parêzer wê nasnameya xwe ya parêzertiyê biparêzin. Avçîl ku ji bo têkoşîna hevpar bang li rêxistinên hiqûqê kir got: "Em li dijî darizaninên nehiqûqî xeta têkoşîna hevapar xurt bikin."