'Odeyên qanehkirinê' yên li navendên paşveşandinê di rojeva NY'yê de ne 2024-07-14 09:46:58   STENBOL - Di rapora rêxistinên civaka sivîl de ku pêşkêşî CAT'ê kirin, hat destnîşankirin ku penaber li navendên koçberiyê bi darê zorê formên "vegera bi dilxwazî" bi penaberan tên îmzekirin û got ku mafê telefonê jî bi şertê "belavkirina xwarinê" tê dayîn.    Rûniştina 56'an a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), di 18'ê Hezîranê de li Ofîsa Cenevreyê ya NY'yê dest pê kir. Di çarçoveya rûniştinan de wê gelek rêxistinên civaka sivîl di navbera 16-17-18'ê Tîrmehê de bi Komîteya Pêşîgirtina Li Îşkenceyê ya NY'yê (CAT) re binpêkirinên mafan ên li gelek qadan rû didin gengeşe bikin.    Ji Tirkiyeyê di nava rêxistinên rapor berpêşkirina Komeleya Hiqûnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Weqfa Lêkolînên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) û The World Organization against Torture (OMCT) cih digirin. Di raporê de ku her çar saziyan ji bo penaberan amade kiriye, binpêkirinên mafan bi awayekî berfireh cih digirin.    Komîte, piştî gengeşeyên di rûniştinan de wê "Rapora Tirkiyeyê" amade bike.    Di raporê de hatiye destnîşankirin ku Tirkiye hem alîgirê CAT2ê ye hem jî endameke Komîteya Rêveber a Peymana Penaberan (EXOM) ye, lê tim Non-refoûlementê (rêgeza paşveşandinê) binpê dike.    Di raporê de şert û mercên penaber û koçberan ên li navendên binçavkirinê hatine destnîşankirin û hatiye gotin ku binpêkirinên li van deran û şert û mercên van navendan cihê fikarên mezin in.    Di raporê de hatiye destnîşankirin ku penaber li navendên koçberiyê bi darê zorê formên "vegera bi dilxwazî" bi penaberan tên îmzekirin û got ku mafê telefonê jî bi şertê "belavkirina xwarinê" tê dayîn.    Di raporê de hatiye bilêvkirin ku penaberên hatine Tirkiyeyê û hatine binçavkirin neqlî navendên koçberiyê yên din tên kirin û li vir ji bo bi dilxwazî vegerin welatê xwe "odeyên qanehkirinê" hatine çêkirin û hatiye gotin ku gava penaber vê yekê qebûl nakin jî pêdiviyên bingehîn ên wekî betanî û nivînê nadin wan.    Di raproê de hatiye xwestin ku ev binpêkirin ji aliyê komîteyeke bêalî ve bên şopandin û bên raporkirin û gavên pêwîst bên avêtin.    MA/ Dîren Yûrtsever