Parêzer Devedjian: Divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide 2024-07-14 12:46:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerê fransizî François Devedjian diyar kir ku divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide.     Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 40 meh in tu agahî jê nayên girtin. Ji Baroya Parîsê parêzer Fançoîs Devedjian ji bo mafên Abdullah Ocalan ji Wezareta Dadê re name şand û têkildarî tecrîda li Îmraliyê pirsên ANF’ê bersivand.    François Devedjian diyar kir ku tecrîda Îmraliyê bi eşkere binpêkirina mafên mirovan e û parçeyekî polîtîkaya înkarê ya dewleta tirk e. Devedjian, têkildarî helwesta Baroya Parîsê ya li hemberî tecrîda Îmraliyê wiha got: “Destpêkê ez vê tecrîda li ser Abdullah Ocalan weke pratîka Tirkiyeyê şîrove dikim. Abdullah Ocalan kesekî girîng e ku nûneriya gelê kurd dike. Lê Tirkiye rêz ji mafên mirovî yên esas, ji gelê Kurd û nûnerên wê re nagire. Dewleta tirk, dixwazî Erdogan be yan jî kesên beriya wî be, bi taybetî li ser Ocalan bi giştî jî li ser gelê kurd helwesteke ku mafên mirovan binpê dike, raber dike. Lewma weke parêzerên Baroya Parîsê, me bi vê biryarê ev bêhiqûqî şermezar kir û daxwaz kir ku dawî lê were.”   Bi domdarî Devedjian destnîşan kir ku tecrîda Îmraliyê parçeyekî polîtîkaya înkarê ya dewleta tirk e û wiha pêde çû: “Bi rastî mirov fêm nake ku çima çûyîna parêzerên Abdullah Ocalan a ji Îmraliyê re tê astengkirin, yanî fêmkirina vê yekê zehmet e. Em nizanin ka Ocalan hîn sax e yan na. Tu têkîliyeke aktuel nîne. Dibe nexweş be. Xala destpêkê ev e û ya herî dramatîk. Em ne weke fîzîkî ne jî zihnî, rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan nizanin.  Ya duyemîn, her kî/ê be bila bibe divê girtî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, bi taybetî jî girtiyekî sembolîk ê mîna Abdullah Ocalan divê hevdîtinê bike. Ev di heman demê de rêyeke ku peyama xwe ragihîne. Ev qedexe nîşan dide ku dewleta tirk red dike ku Abdullah Ocalan weke muxatab bibîne. Li gorî min, peyama Tirkiyeyê ew e ku dixwaze bêje Abdullah Ocalan nîne, yanî mîna pirsgirêka ermenan a ku tune dihesibînin. Ev çandeke înkarê ye, înkara mirovan, gelan û kes e.”   ‘DIVÊ CPT DAXUYANIYÊ BIDE’   Di berdewamê de Devedjian helwesta Konseya Ewropayê û CPT’ê ya li hemberî Îmraliyê rexne kir û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku Tirkiyeyê bersivek nedaye, hîna CPT’ê rapora xwe ya dawî ya têkildarî Îmraliyê eşkere nekiriye. CPT herî dawî têkildarî Azerbaycanê biryareke îstîsnaî da û derbarê vî welatî daxuyaniyek da raya giştî. Heman tiştê ji bo Tirkiyeyê jî dikare bike. Ez difikirim ku ev wê bibe biryareke bimaf û di cih de. Dema ku mirov li binpêkirinên mafên mirovên ên li Tirkiyeyê dinêre, ez difikirim ku wê pêkanînên hîn rasteqîntir heq bin. Weke dewleteke ku bi sîstematîk mafên mirovan binpê dike, hûn nikarin jê daxwaz bikin ku tev li Yekitiya Ewropayê bibe yan jî pê re peywendiyan çêbikin.”   ‘ABDULLAH OCALAN DIVÊ AZAD BIBE’    Parêzer François Devedjian kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” jî nirxand û axaftina xwe wiha qedand: “Ez difikirim ku kampanyaya ji Ocalan re azadî, wê pir girîng be. Abdullah Ocalan, Nelson Mandelayê Kurdan e. Heke her kes aştiyê û di rewşa gelê kurd û têkîliyên xwe yên bi cîranên xwe re de başbûnê dixwaze, Abdullah Ocalan dikare vê yekê pêk bîne. Lê tecrîda li ser Abdullah Ocalan, nîşan dide ku Tirkiye naxwaze mafên kurdan nas bike û lihevkirineke aştiyane bike. Lewma divê em ji bo azadiya Ocalan, têbikoşin. Divê destpêkê derfet were dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev rewş helbet ji bo kurdan pêwîstiyek e, lê li gorî min di heman demê de ji bo Tirkan û mirovahiyê jî girîng e; ji bo ku her kes fêm bike ka çi xeterî hene jî, girîng e.”