DEM Partî: 14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye 2024-07-14 14:16:45   ENQERE - DEM Partiyê bi boneya salvegera berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin daxuyanî da û wiha got: “14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye.”    Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 42’yemîn salvegera berxwedana “Rojiya Mirinê ya Mezin” ku bi pêşengtiya kadroyên pêşeng ên PKK’ê Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî îşkence û sepanên dermirovî hatibû destpêkirin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek 42 sal berê li dijî darbekaran, li dijî pergala zext, zilm û îşkenceyê çiraya berxwedanê vêxistin.”    Bi domdarî wiha hate gotin: “14’ê Tîrmehê, li ser vê xakê dîroka têkoşîna wekhevî, azadî û jiyana birûmet e. Gotinên berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ku dibêjin ‘Em bi qasî di rêya wê de bimrin ji jiyanê hez dikin’ û ‘Li ser kêla gora min binivîsin ku ji bo gelê xwe deyndar bû û çû’; pêvana fedakarî, şoreşgerî, wijdanî û exlaqî jî diyar kirine.”    ‘14’Ê TÎRMEHÊ BÛ SERKEFTINA BAWERÎ Û ÎRADEYÊ’    Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişên bi darbeya 12’ê Îlona 1980’an re li dijî gel hatine krin, bi berxwedana Rojiya Mirinê vala hatine derxistin. Hat gotin ku 14’ê Tîrmehê bû serkeftina bawerî û îradeyê. MYK’a DEM Partiyê hemû kesên di berxwedana 14’ê Tîrmehê de û pêvajoya piştre de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî.    DEM Partiyê diyar kir ku darbeyên li dijî îradeya gel tên kirin îro jî didomin û banga têkoşîna hevpar kir.