Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar hate girtin 2024-07-14 14:34:01 STENBOL - Mûstafa Yaşar ku ji sedî 68 astengdar e, ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal hate girtin.    Welatiyê bi navê Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar û ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal hatibû binçavkirin, hate girtin. Di di navbera salên 1996 û 2000’î dema li girtîgehê dihat ragirtin, beşdarî rojiya mirinê bûbû û pirsgirêkên tenduristiyê dijiya. Ji ber van pirsgirêkan di sala 2019’an de hate berdan û di 8’ê tîrmehê de dîsa hate girtin. Li gel rapora astengdariyê ya ji sedî 68’ê, her wiha nexweşê Wernicke Korsakofê ye. Bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh û 22 roj cezayê hefsê li Yaşar hate birîn û şandin Girtîgeha Metrîsê.    Parêzera Yaşar, Gulîzar Tuncer da zanîn ku parvekirinên miwekîlê wê têkildarî hevalên wî yên di girtîgehê de û yên jiyana xwe ji dest dayîn de ne.