Rojnamegerên êriş dişopandin hatin binçavkirin 2024-07-14 15:25:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Asayîşa PDK’ê koma Kanal 8’ê ya ku êrişên li Amediyeyê dişopand binçav kir.    Rojnamegerên Kanal 8’ê ku êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê dişopandin, binçav kirin. Li gorî nûçeya Rojnewsê; Asayîşa PDK’ê ji ekîba Kanal 8’ê nûçegihan Nijyar Muhammed, kameravan Behez Akreyî û ajokar Hawar Yûsûf binçav kirin.    Têkildarî binçavkirina rojnamegeran tu daxuyanî nehatin dayîn. Hat diyarkirin ku rojnameger birine Midûriyeta Emniyetê ya Dihokê.