Arşîva Çapemeniya Azad êdî li ser dijîtalê ye 2024-07-14 16:25:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Arşîva Çapemeniya Azad ku ji hêla Platforma Çapemeniya Azad ve hatiye avakirin, êdî li ser weşana dijîtal e.    Arşîva Çapemeniya Azad ku ji hêla Platforma Çapemeniya Azad ve hatiye avakirin, êdî li ser weşana dijîtal e. Bi avakirina arşîvê re arşîveke dijîtal a weşanên kevneşopiya Çapemeniya Azad tê pêşkeşkirin û jê tê armanckirin ku dîrok, berxwedan û çanda gelê kurd bê belgekirin. Di arşîvê de ji “Berxwedan” heta "Polîtîka Kurdî", "Serxwebûn" û "Yenî Ozgur Polîtaka”yê gelek weşan cih digirin.    Mirov dikare li ser beşa lêgerînê ya arşîvê, bi hêsanî xwe bigihîne weşana her pêvajoya ku bixwaze.   Ev platform ji bo belgekirina têkoşîna azadiyê û dîroka medyaya Kurd, çavkaniyeke girîng pêşkêş dike.   Di beşa ‘têkildarî me’ de jî ev tişt tên diyarkirin:   “Ji bo tecrûbe û kevneşopiya Çapemeniya Azad ku bi berdêl û xwedî derketinek mezin heta roja îro hatiye, ji tevahiya cîhanê re ragihînin em vê platformê bi we re parve dikin. Arşîva Çapemeniya Azad ku ji berhemên me yên nivîskî yên li Ewropayê hatine weşandin pêk tên, bi gel, jin û hemû bindestan re bi rengekî bêsînor û bêberdêl parvekirin, helbet me kêfxweş dike.   Bi vê xebata xwe em di wê baweriyê de ne ku li gel astengî û sansurê jî wê çapemeniya azad bi ruhê xwe yê têkoşer ê bêsînor bi awayekî dîjîtal bigihêje hemû deverên cîhanê.   Wê ti tiştek di tarîtiyê de nemîne…   Ti tiştek wê nekaribe rêwîtiya me ya ber bi heqîqetê ve asteng bike…   Em hêza xwe ji heqîqet û rastiyên xwe digirin…   Em li ser rêya heqîqetê ya şehîdên xwe yên Çapemeniya Azad Apê Mûsa, Huseyîn Denîz, Enver Polat, Ferhat Tepe, Yahya Orhan, Cengîz Altûn, Gûrbetellî Ersoz, Kasim Engîn, Seyît Evran û gelek şehîdên din dimeşin û dê vê rêyê berdewam bikin.   PLATFORMA DÎJÎTAL A ÇAPEMENIYA AZAD"   Hûn li ser vê lînke  dikarin xwe bigihînin.