Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin 2024-07-14 17:44:12   ANTALYA - Endamên Înîsiyatîfa LGBTÎ+’yan ku xwestin li Qada Attalos daxuyaniyê bidin bi îşkenceyê hatin binçavkirin.    Polîsan mudaxileyî çalakiya endamên Înîsiyatîfa LGBTÎ+’yan ku xwestin li Qada Attalos a li navçeya Mûratpaşa ya Antalyayê daxuyaniyê bidin kirin. Dema girse li ser cadeyê kom bû, derdora wan ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Polîsên ku biryara qedexeya Walîtiya Antalyayê weke sedem nîşan dan, girseya xwest di vê navberê de daxuyaniyê bide derb kirin û 4 kes binçavkirin.    Hate zanîn ku 4 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Antalyayê.