Li Wanê zarokek di golê de xeniqî 2024-07-14 19:24:42   WAN - Li navçeya Tûşbayê zarokê bi navê B.S. (15) ji ber germa zêde kete golê, xeniqî.    Zarokê bi navê B.S. (15) ku ji ber germa zêde li Taxa Seyrantepe ya navçeya Tûşba ya Wanê kete golê ji nişka ve winda bû. Li ser vê yekê tîmên tenduristiyê hatin agahdarkirin. Ji bilî tîmên tenduristiyê tîmên Binavê yên girêdayî Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê jî hatin cihê bûyerê.    Piştî xebatên hatin kirin di demekî kurt de cenazeyê B.S. yê 15 salî hate dîtin. Cenaze ji bo kirariyên otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK), malbata B.S. krîza sînîrê derbas kir.    Li aliyê din li herêma Ayanis a navçeyê 3 ciwanên ku ketin golê hindin mabû ku bixeniqin. Tîmên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê her 3 ciwan xelaskirin.