Êrişî Eyn Îsayê hate kirin: Welatiyek hate qetilkirin 2024-07-14 20:21:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên girêdayî wê rêya M4’ê û herêmên çoltar ên Eyn Îsayê bombebaran kirin û welatiyek qetil kirin.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) dewleta tirk û komên girêdayî wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişê rêya M4’ê û herêmên çoltar ên Eyn Îsayê kirin.    Di encama bombebaranê de Xetab Remezan Seîd birîndar bû û welatiyê bi navê Xalid Rîda Hacî Ebdo jî jiyana xwe ji dest da.