Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket 2024-07-15 08:26:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 239’emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Kî difiroşe, kî diparêze?” derket. Rojnameyê di vê hejmarê de bal kişand ser polîtîka PDK’ê ya firotina axa Başûr û parastina PKK’ê ya axa Kurdistanê.    Rojnameya Xwebûn di vê hejmara xwe de li ser şerê li Başûr, hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re û têkoşîna PKK’ê ya li dijî dagirkeriya Başûr rawestiya. Di rûpela Jinê de cih da gotara  Eylem Şoreş a ku balê dikişîne ser têkoşîna rojnamegerên ku di nava çapemeniya azad de cih digirin.    Rojnameyê di rûpela Hevpeyvînê de cih da Şoreşa 19’ê Tîrmehê û encama wê. Di pevpeyvînê de Hevseroka Desteya Hiqûqê ya Rêveberiya Xweser Mizgîn Hasen bi berfirehî li ser şoreşê, encama şoreşê û rola jinan a di şoreşê de vedibêje. Rojnameyê di rûpela Rojevê de jî cih daye nirxandina Rojnameger Îkram Balekanî ya li ser helwesta PDK’ê û têkoşîna PKK’ê.    Rojnameyê di rûpela Kirmanckî de bi sernavê “Sîlehşorê Seyîd Rizayî” li ser sîlahşoriya neviyê Seyîd Rizayî Şax Îsmaîlê doganijî radiweste.