ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-15 09:00:13 * Rojnamevan Kasim Seyda anî ziman ku komên paramîlîter ên dewleta tirk sewqî Herêma Kurdistana Federe kirin û PDK di heman mewziyê de cih digirin û wiha got: “Derdekî wan ê netewî nîne. Yekane armanca wan berjewendiyên wan e.”   * Rojnameger Îbrahîm Êzidî ê diyar kir ku PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin, anî ziman ku gefa kuştinê li kesên ku vê yekê qebûl nakin dixwin û wiha got: “Bila bizanibin ku ev êriş wê me nedin sekinandin, em ê çiraya heqîqetê geş bikin.”   * Li gundê Mêrxok ê girêdayî navçeya Tatosê ji ber karesata lehiyê gelek avahî hilweşiyan. Şêniyên gund, diyar kirin ku hişyarî li ber çavan nehatin girtin û anî ziman ku ji bo birînên wan bên dermankirin li benda piştgiriyê ne.    * Derket holê ku ji ber bariyerên çavmark ên di serdema qeyûm de li dora avahiya xizmetê ya Şaredariya Cizîrê hatine bicihkirin, gelek çûk mirine.    * Mûharrem Kaya yê 28 sal in li Stenbolê karê tamîrkirina pêlavan dike, anî ziman ku mirovên pêlavên xwe yên berê ku nikarin têxin pêxwe diavêtin çopê, van pêlavên xwe ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê.     * Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê dê têkildarî girtina şêniyên gundê Bilexşê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)    * Malbatên girtiyan dê di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li ber girtîhên li Îzmîr, Edene, Amed û Êlihê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00-17.00)     Komeleya Ekolojiyê ya li Amedê dê têkildarî pêşnûmeqanûna ku hedef dike sewal bên kuştin li Parka Rojava daxuyaniyê bide. (17.30)    * Çalakiya Nobetê ya li Îzmîr û Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin dê bidome. (18.00-22.00)