Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne 2024-07-15 09:07:09   ERZIROM - Li gundê Mêrxok ê girêdayî navçeya Tatosê ji ber karesata lehiyê gelek avahî hilweşiyan. Şêniyên gund, diyar kirin ku hişyarî li ber çavan nehatin girtin û anî ziman ku ji bo birînên wan bên dermankirin li benda piştgiriyê ne.    Li gundê Mêrxok ê girêdayî navçeya Tatos a Erziromê di 8’ê tîrmehê de ji ber karesata lehiyê ya piştî barîna barana zêde pêk hat, zerar gihişte gelek avahiyan. 5 gov û xaniyek bi temamî hilweşiyan, xesar gihişte 10 malan. Her wiha zirareke mezin gihişt zeviyên çandiniyê û rêyên gund jî. Dîsa gelek sewal ber bi ava lehiyê ketin û mirin. Şêniyên gund ji bo birînên wan bên dermankirin li benda piştgiriyê ne.    DITIRSIN KU BIKEVIN MALÊN XWE   Yek ji şêniya gund Gul Yildirim, da zanîn ku roja lehî rabû, zirareke mezin gihişte depoya xwe ya ku xurekên xwe lê veşartibûn û wiha got: “Avê zirareke mezin da malên me jî. Xaniyên me bi temamî nehilweşiyan lê em ditirsin ku bikevinê jî.”   Şêniyeke din a gund Cemîle Gungormez jî wiha got: “Ne çeydankê me ne jî şûşeyên me man. Em nikarin çayê jî vexwin. Tu tiştên me yên em pê xwarinê çêbikin neman. Sarinc, televizyon… Xisar gihişte hemûyan û xera bûn.” Gungormez, bal kişand ku di encama bendava ku Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) li ser çem çêkir teqiya, lehî rabû.    Gulten Îba jî wiha axivî: “Dema lehî rabû, em li odeya rûniştinê bûn. Ava lehiyê kete mutbexê. Sarinc û cilşo nikarin bên bikaranîn.” Îba, da zanîn ku xwediyê 5 zarokan e û meta wê astengdar e nikare bimeşe û wiha got: “Em niha neçar in ku li mala tiyê min bimînin. Em li benda alîkariyê ne. Ji bo meta min gotin dê kursiya biteker bidin lê hêj nedane.”   18 PEZ MIRIN    Kenan Ozdemîr, jî da zanîn ku hişyariyên wan ên têkildarî bendavê li ber çavan nehatin girtin û wiha got: “Dema bendav hate çêkirin, boriyên 200-300’an bikaranîn. Me ji wan re got berfa zivistanê bariyayî dê biharê bihele û ev bend nikare avê bigire lê em guhdar nekirin.” Ozdemîr, anî ziman ku 18 pezên wan ber bi ava lehiyê ketine û mirine û pir bi temamî hilweşiyan e.    Yek ji şeniya gund Songul Taş jî da zanîn ku li gund 60 mal hene û ev tişt gotin: “Tenê 10 malên ku li ber çem bûn zirar dîtin. Baş e ku sewalên me li çêregehê bûn. Ji ber vê yekê tu sewalên me nemirin. Divê demildest xaniyên ku zirar gihiştinê bên tamîrkirin.”