Dewleta tirk navendên gundan bombebaran kir 2024-07-15 10:17:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber bombebarana dewleta tirk a li dijî navendên gundên Amediyeyê, hinek mal şewitîn.    Dewleta tirk şevê din bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişî gundên Sergelê, Kevne Mêzê, Mêzê, Guherzê û Belaveyê yên Amediye ya Dihokê kir.    Hat zanîn ku di encama êrişên li dijî navendên gundên Kevne Mêzê û Mêzê de hinek mal bi temamî şewitîn. Têkildarî windahiyên canî tu agahî nehatin bidestxistin.