‘Iraq dikare êrişên dewleta tirk bibe Laheyê’ 2024-07-15 13:33:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Şirovekarê siyasî Mihemed Elî Hekîm diyar kir ku êrişên dewleta tirk bi awayekî vekirî binpêkirina peymanên navnetewî ye û anî ziman ku Iraq dikare giliyê van êrişan li Laheyê bike.   Êrişên dewleta tirk ên li dijî axa Herêma Kurdistana Federe berdewam dikin. Şirovekarê Siyasî Mihemed Elî Hekîm têkildarî armanca dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka Herêma Kurdistan û Iraqê ji Rojnewsê re axivî. Mihemed Elî Hekîm diyar kir ku armanca dewleta tirk a dagirker ya bombebarankirina zeviyên çandiniyê, anîna leşkeran û çêkirina bi dehan baregehên leşkerî, wê yekê nîşan dide ku dewleta tirk dixwaze bermîleke avê bi bermîleke neftê biguhere û got: “Ev yek jî binpêkirineke eşkere ya lihevkirinên navdewletiye.”   HEWLDANA KU PÊŞKETINA IRAQÊ ASTENG BIKE YE   Mihemed Elî Hekîm da zanîn ku pêşketina Iraqê ya di aliyê çandinî, aborî û pîşesazî de ne di berjewendiya dewleta Tirk de ye û wiha domand: “Dewleta tirk hertim hewl dide pêşî li projeyên pêşketina Iraqê bigre. Vê yekê jî bi rêya hevpeymanên xwe yên li nava Iraqê de dike.” Di dewamê de Mihemed Elî Hekîm got ku her çiqas dewleta tirk bi awayek eşkere axa Iraqê binpê dike, lê heta niha hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê tu daxuyaniyek fermî li ser dagirkeriyê nedane.   Her wiha Mihemed Elî destnîşan kir ku qerteke gelek baş a zextan di destê Iraqê de heye ku dikare li beramberî dewleta tirk bikarbîne û ev tişt got: “Ev qarta zextan jî sekinandina bazirganiya li gel dewleta tirk e ku salane ji 18 milyar dolaran derbas dike.”   Şirovekarê Siyasî Mihemed Elî Hekîm diyar kir ku Iraq dikare li dijî “dagirkirina” dewleta tirk serî li Dadgehên Ceza yên Navnetewî ya li Konseya Ewlehiyê ya Ewropayê û Laheyê bide û bi awayekî hiqûqî giliyê wê bike.