Partiya Komunîst a Iraqê: Divê êriş demildest bên rawestandin! 2024-07-15 14:10:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Iraqê Raîd Fehmî bang kir ku dewleta tirk êrişên xwe yên li dijî Herêma Kurdistana Federe rawestîne.   Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst ya Iraqê Raîd Fehmî derbarê êrişên dewleta tirk a dagirker de ji Rojnewsê re axivî. Raîd Fehmî got ku dewleta tirk û hinek welatên din yên cîran, her ku diçe êrişên xwe yên li ser Iraqê zêde dikin û ev yek jî binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê ye.   Fehmî da zanîn ku artêşa tirk a dagirker belav dibe û dest bi avakirina baregehên nû dike, divê Hikumeta Iraqê xwedî helwest be û dawî li hemû êrişên Tirkiyeyê bîne.