Zarokên wesayîtê lêxistibû jiyana xwe ji dest dan 2024-07-15 14:24:58 MÊRDÎN - Li navçeya Artukluyê wesayîtekê li 2 zarokan xist. Zarokên bi giranî birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest dan.    Duh li ser Cadeya Valî Ozan a navçeya Artuklu ya Mêrdînê dema zarok Îbrahîm Halîl Bumanhan (10) û Irhan Kemal Duva (10) dixwestin ji payerêyê derbasî aliyê din bibin, wesayîta bi plakaya 34 JZ 0089 lê xist. Di qezayê de her du zarok bi giranî birîndar bûn. Li ser îxbara welatiyên li derdorê, polîs û komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin.    Zarokên birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.    Tevî mudaxileyê jî her du zarokan jiyana xwe ji dest dan.