Zarokên dilîstin û hatibûn binçavkirin hatin berdan 2024-07-15 21:40:14   ŞIRNEX - Li gundê Newala Îsa Axa yê bi ser navçeya Cizîrê ve 4 zarok hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li gundê Newala Îsa Axa yê bi ser navçeya Cizîra Şirnexê ve zarokên bi navê Z.R. (9), D.R. (10), R.R. û M. R. (10) dema ku li qada mesîreyê dilîstin bi hinceta ku saetên avê jêkirine ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û wan li wesayita zirxî siwar kiribûn û birin qereqolê. Hate zanîn ku îfadeyên zarokan li qereqolê hatine girtin Û piştre hatine berdan.