Nobeda dijqeyûm a Stenbolê: Bi înkarkirina îradeyê pirsgirêka kurd çareser nabe 2024-07-15 22:35:41   STENBOL - Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûmê danîne ser Şaredariya Colemêrgê di roja 35’an de berdewam kir. Di nobedê de axaftin hatin kirin û hat gotin ku bi înkarkirina îradeya kurdan pirsgirêk kurd jî wê çareser nebe.    Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê nobeda li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê ya li Meydana Şîşxaneyê ya li Beyoglûyê di roja 35'an de berdewam kirin. Çalakvanan di nobedê de wek her roj tîşortên "Qeyûm bicehime" li xwe kirin û nerazîbûna xwe ya li dijî qeyûm dan nîşandan.    Hevserokê DEM Partiya Navçeya Esenlerê Mehmet Unal ewilî di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku bi salane îradeya gelê kurd tê înkarkirin û rayedarên desthilatdariyê behsa demokratîkbûnê û aştiyê dikin lê rastiya çareserkirina pirsgirêka kurd û îradeya gelê kurd ji nedîtî ve tên.    Hevseroka DEM Partiya Navçeya Ataşehîrê Zeynep Kuloglû jî axivî û diyar kir ku her kes mebûr e hurmetê ji îradeya gelê kurd re bigire.    ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD    Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Esenyûrtê Abdullah Arinok jî axivî û xwest pirgirêka kurd bi şiklê demokratîk were çareserkirin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Beyoglûyê Arîf Yilmaz jî axivî û destnîşan kir ku bi înkarkirina îradeya gelê kurd û şer kes nikare jiyanek aştiyane ava bike.    BI SERBILINDÎ MEŞYAN E   Akîvîsta TJA'yê Hanim Kurum û Hevberdevkê HDK'a Stenbolê Alî Bal jî axivîn û gotin ew beşdarî "Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re" ya Colemêrgê bûne û ew bi serbilandahiya îradeya gelê kurd meşiyan e.    Nobeda îro jî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.