Rojnamevan Altan: Tirkiyeyê dest bi dagirkeriyê kiriye 2024-07-16 09:09:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Erdogan Altan diyar kir ku Tirkiyeyê gelek deverên başûrê Kurdsitanê dagir kiriye û deverên hatine valakirin komên paramîlîter lê tên bicihkirin û tê xwestin ku demografiya herêmê bê guhertin.    Rojnamevan Erdogan Altan êriş û planên dagirkirinê yên Tirkiyeyê li ser başûrê Kurdistanê nirxand.    ‘DAIŞ’Î HATINE BICIHKIRIN’    Erdogan Altan da zanîn ku Tirkiye dixwaze li hemberî PKK’ê herêmek tampon ava bike û êrişên Tirkiyeyê wek “hewldana dagirkeriyê” nirxand. Altan anî ziman ku di nav komên ku Tirkiyeyê ew anîne herêmê DAIŞ’î jî hene û ji bo êriş bigihîjin armanca xwe gund tên valakirin û pêla binçavkirin û girtinan hatiye destpêkirin.    'DIXWAZIN PLANEKE NÛ YA QIRKIRINÊ TÊXIN DEWRÊ’    Altan diyar kir ku Tirkiye li hemû rêyên li Duhok, Zaxo û Hewlêrê bi PDK’ê re tevger dike û got: “Polîtîkayek ku tê xwestin hêzên gerîla bi tenê bên hiştin tê şopandin.” Altan da zanîn k udi 5 mehên dawî de 407 kargeh û bi hezaran dekar erazî hatine şewitandin û got: “Dixwazin hikûmeta Iraqê jî daxilî vê konsepte bikin. Yanî em dikarin bêjin ku dixwazin qirkirinek nû li Kurdistanê pêk bînin. Helbet PDK rê dide Tirkiyeyê ku ewqas rehet tevbigere. Ji bo ku axa Başûr bibe cihê leşkerên tirk û îslamîstên radîdal lewma zend û bend hatine badan. Bêdengiya Iraqê jî tê maneya erêkirina van êrişan. An jî tê maneya ku hin peymanên veşarî hatine kirin.”    ARMANCA HERÊMA TAMPON    Altan diyar kir ku pêkanînên wekî qereqol, kontrolkirina nasnameyan û valakirina gundan rewabûna rêveberiyên heyî radixe ber çavan û wiha got: "Yek ji xemên sereke yên gelê Başûr, bicihkirina komên îslamî yên radîkal ên weke DAIŞ'ê li herêmên hatine valakirin e. Her wiha Tirkiyeyê ji bo guhertina demografiyê jî zend û bendên xwe pêça ye. Tê xwestin ku bi komên radîkal ên îslamîst re ji Duhokê heta Hewlêr, Betil, Dêrkar, Batûfa, Kanîmasî, Dêreluk, Şeladizê û Dînartê herêmeke tampon ava bikin. Li vir jî planek mîna ya li li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê çêkirin.”    'KOMÊN ÇEKDAR LI 72 QEREQOL Û NOXTEYAN HATINE BICIHKIRIN’    Altan diyar kir ku Tirkiyeyê qadeke bi qasî 40 kîlometreyî girêdaye herêmê û radestî komên çekdar kiriye û got ku navên serkirdeyên komên çekdar ên şandin herêmê jî hatin eşkerekirin. Altan da zanîn ku di nav kesên navborî de kesên ku berê di nava DAIŞ’ê û rêxistinên mîna wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şer kirine jî hene û got: “Ev kes li qereqol û baregehên ku ji aliyê PDK’ê ve li herêma ji Bamernê heta Garê niha ku hatine dagikirin, hatine bicihkirin.” Altan anî ziman ku komên çete li 72 qereqol û baregehan hatine bicihkirin û got: “Niha ev rewş êdî berjewendiyên hevpar ên PDK'ê jî derbas kiriye. Qereqol û komên leşkerî êdî hêza dewleta tirk a li herêmê dide nîşandan.”   NAVÊ SERKIRDEYÊN ÇETEYAN   Altan navê hin rêveberên di nava komên çekdar de ku cih digirin û li Herêma Kurdistanê hatine bicihkirin, jî parve kir: “Musena Xelil El-Hesen (Ebû El Wefa), Semih Fuad Yazilçi (Ebu Umer), Reed Hesen El-Wegai (Ebû Mihemed), Tarıq Ebû Ezîz (Ebû Elî), Edhem Fatih El Şekirci (Ebu Bekir), Basil Mihemed El Eli (Ebû El-Ziber), Macid Mistefa El Xalid (Ebû Decana El Ensari), Mihemed Enes el Ibêd (Ebû Muawiya), Mihemed Mihyeddin (Erendes).”    162 GUND HATINE VALAKIRIN, 602 GUND JÎ DI TALÛKEYÊ DE NE    Altan destnîşan kir ku hejmara gundên ku ji ber êrişên dawî yên Tirkiyeyê hatin valakirin derket 162 gundan û got: "Gefên li ser 602 gundan ji bo temamkirina dagirkirinê dewam dikin. Her wiha agahiyek wisa jî heye; ji hin malbatan hatiye xwestin ku beramberî pere li kampên li Hewlêr û Duhokê bicih bibin. Ev dibe ku bibe sedema hêrsek mezin jî. PDK rewşê normalîze dike. Gelê başûr di ferqa her tiştî de ye. Gelê başûr bang û gazî dike û dibêje ku wê DAIŞ’î li gundên hatine valakirin bicih bikin. Tevahiya gelê kurd û gelên din bi ruhek hevparî dikarin li ber van êrişan rabin û planan pûç bikin.”