Ji pênûsa girtiyekî 30 salên Kelekê 2024-07-16 10:08:15 ÎZMÎR - Girtî Xebat Demîr ku di şewata taxa Kelekê de 10 xizmên xwe winda kir, 30 salên dawî yên taxê nivîsand. Demîr, diyar kir ku ji salên 90’î heta niha rastî windakirinên bi darê zorê, zexta cerdevaniyê, şewat û êrişên nîjadperest hatine.    Di şewata şeva 20’ê hezîranê ya di navbera Xana Axpar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê de 15 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Şewat li qadeke berfireh belav bû û herî zêde bandor li gundê Kelekê yê Şemrexê kir. Tenê li Kelekê 10 kesan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan heywan mirin û zirarên mezin gihiştin mal û berhemên çandiniyê.    Girtiyê ji Kelekê Habat (Xebat) Demîr ku di şewatê de gelek xizmên xwe winda kir, 30 salên gundê xwe nivîsand. Demîr, di sala 2013’an de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hate girtin û niha li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Îzmîrê tê ragirtin. Demîr, bi rêya parêzerên xwe nameyek şand. Demîr, got ku di dema operasyona sala 1995’an de şewateke mezin derketiye û di dema şewatê de kekê wî Menduh Demîr ji helîkopterê hatiye avêtin. Demîr, diyar kir ku hestiyên birayê xwe bi salan piştre di goreke komî de dîtine.    'JI HELÎKOPTERÊ HATE AVÊTIN’   Demîr, anî ziman ku tu caran êşên şêniyên gund kişandine nehatine dîtin û wiha got: “Li vê herêmê gelek caran şewat derketin. Yek van jî di 13’ê hezîrana 1995’an de li ser sînorê Amed û Mêrdînê derket. Wê demê li herêmê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Di dema pevçûnan de li gundê Yucebagê Menduh Demîr ê 21 salî ku pezê xwe diçerand, tevî pezê xwe di nava şewatê de mabû. Di şewatê de pezê wî bi temamî miribû û ew jî ji hêla leşkeran ve bi saxî hatibû girtin. Menduh Demîr bûbû şahidê wehşeta li qada pevçûnê. Nedizanî ev şahidî bibe encama wî jî. Mohra ‘terorîst’ a leşkeran li eniya wî xistibûn, dê bûbûya nifteya mirina wî. Tu dilovanî û dilrehmiya wê mohrê tune bû. Fermandarê Cendirmeyan ê Bajarê Amedê yê wê demê Eşref Hatîpoglû çavên  Menduh Demîr girt û li helîkoptera leşkerî siwar kir. Bire herêma Girê Şêra yê Qoserê. Girê Şêra weke çala mirinê di bîra her kesî de cih girtiye. Eşref Hatîpoglû xistibû serê xwe ku tekane şahidê wê pevçûnê tune bike. Eşref Hatîpoglû, li asîmanê Girê Şêrayê Menduh Demîr bi zindî ji helîkopterê avêt û piştre jî xist gorê komî. Dayika min Sûltan Demîr ji wê rojê ve dest bi çalakiya Dayikên Şemiyê kir. Hestiyên zarokê xwe di sala 2013’an di goreke komî de dît. Lê îcar jî kurê wê yê din anku ez li ser îfadeyên derew ên îtîrafkarekî hatim girtin.”    GUND HATE ŞEWITANDIN   Demîr, anî ziman ku 3 sal piştî windakirina kekê wî li şêniyên gund cerdevanî hatiye ferzkirin û wiha pê de çû: “Dewletê biryara xwe dabû, dê her kes bûbûya cerdevan. Lê şêniyên gundê Kelerê qebûl nekirin û vê jî encamên giran bi xwe re anîn. Leşkeran di şeveqekê de bi wesayîtên zirxî û cerdevanên nû bi ser gund de girtin. Dor li gund girtin, zarok, jin û her kes ji malan derxistin. Tevek li meydana gund kom kirin. Çêr û heqaretên giran lê kirin, îşkence li zilamên gund kirin. Şêniyên ku jiyaneke bêrûmet û mirin wekî hev didîtin, cerdevanî qebûl nekirin. Ji ber vê helwestê jî malên wanl i ber çavên wan hatin şewitandin. Gundî giriyan, loriyan û şewitîna malên xwe temaşe kirin. Gundiyên bêmal û war man, li traktorên xwe siwar bûn û neçar man ku koç bikin. Zarokên ku li qasayên traktoran hatin siwarkirin, ji tirsan hevdû hembêz kiribûn. Awirên herî tirsnak, bitirs û xof jî li ser helîkopterên ser gund difiriyan bûn.”    KOÇBERÎ Û ÊRIŞÊN NÎJADPEREST   Bi domdarî Demîr diyar kir ku piştî şewitandina gund welatî êdî weke karkerên demsalî berê xwe dan Ege û Behra Reş. Demîr, da zanîn ku welatî li van herêman rastî êrişên nijadperest hatine û wiha pê de çû: “Êrişeke ji van di sala 2020’ê de li Sakaryayê hate kirin. Ji ber ku karkerekî straneke bi kurdî got, rastî êrişa faşîstan hatin. Cendirmeyan, karker bi darê zorê derxistin û bêyî ku heqdestê wan were dayîn şandin gundê Kelekê. Lê kesekî nexwest vê êrişa nîjadperest bibîne. Rayedarên dewletê li şûna koma faşîst ceza bike, bi hemû derfetên xwe hewl dida nîşan bide ku êrişeke nîjadperest nîne. Heta rayedarên payebilind ketibûn dewrê. Suleyman Soylu bi helîkopterê firiya qada ji wî re taybet hatiye çêkirin a li gundê Kelekê. Ev helîkopter ji bo gundiyan û Sûltan Demîrê pir nas dihat. Wezîr, bi bîr dixist ku pîrozdîtina dewletê peywira herî sereke ye.”    JI EWIL PETROL PIŞTRE JÎ HIŞKESALÎ Û DEDAŞ    Di berdewamê de Demîr destnîşan kir ku yek ji belayên hatin serê gund jî “petrol” e û ev tişt anî ziman: “Salek piştî êrişê îcar rayedareke din bi navê dewletê hate Kelekê. Lê îcar bi wesayîtên leşkerî hatin. Got ku çavkaniyeke mezin a petrolê li gund heye û dê derfeta kar bide şêniyên gund. Qada petrolê yekser weke qada qedexe hate ragihandin. Petrol hate derxistin û tesîs ava kirin. Lê ji gund yek kes negirtin kar. Tevek ji derve anîn. Şêniyên gund jî hem ji sozên jê re hatine dayîn hem jî ji zeviyên xwe yên di bin navê îstîmlaqkirinê de ji dest hatine girtin bûn. Ew der êdî ji wan re herêma qedexe bû. Hişkesaliya heyî jî rewşa heyî girantir kir. Herî dawî çi di destê wan de hebe firotin û ji bo zeviyên xwe bîrên sondajê vekirin. Dixwestin zeviyên mayîn bikêlin. Lê hesaba li malê ne li gorî ya DEDAŞ’ê derket. Îcar jî belaya DEDAŞ’ê derketibû holê. Bi keyfî ceyran dibirî û nedihişt gundî avdaniyê bikin.”   BELAYA DEDAŞ’Ê!   Demîr, got ku DEDAŞ’ê gelek caran bi îdiaya “ceyrana qaçax bi kar tînin” ceza li şêniyên gund dibire û wiha pê de çû: “Yên ku ev ceza nedidan îcar bi hacîzê re rû bi rû man. DEDAŞ a ku tu xizmet nedikir, li dijî gundiyan kedxwarî dikir û tenê ezyat lê dikir. Di destê gundiyan de tenê canê wan mabû. Jixwe ew jî jê stand. Di şeva 20’ê hezîranê de ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ’ê şewat derket, her der da ber xwe û şewitand. Sewalên gundiyan, ekîpmanên avdaniyê, berhemên çandiniyê û her tiştên wan di nava şewatê de man. Gundiyên dixwestin çavkaniyên xwe yên debarê biparêzin jî di nava şewatê de man. Kesekî guh neda wê qêrînê. Ne ekîbên agirkujiyê, ne ambulans ne jî balafirên vemirandina şewatê şandin. Li holê tenê stûnên DEDAŞ’ê yên 40 salî mabûn, li ber her stûnê wesayîteke DEDAŞ’ê û karkerên têl nû dikirin hebûn. Li asîman jî tenê helîkoptereke leşkerî hebû. Şîrketa ku her devera Kurdistanê talan kiriye, îcar canê kurdan girt, ciwan şewitand.”    'HÛN BIBÊJIN EM ÇI BIKIN?’   Demîr, nameya xwe wiha qedand: “Ma êşa kurdan kengî weke hêjayî çêkirina nûçeyê hatiye dîtin ku dê îro bê dîtin. Tenê li gundê Kelekê 10 ciwan hatin qetilkirin. Navên wan li tu cihan nedan. Lê her yek ji wan xwedî nav û çîrokekê bûn. Mazhar Demîr 26 salî bû û hêj nû nîşanî kiribû. Birayê wî Nûrûllah Demîr ê 4 salan jê biçûktir û pismamê wî Şeyhmûs Demîr bi hev re di şewatê de mirin.  Çîroka Rezzan Yilmaz jî heman çîrok bû. Wî jî hêj nû nîşaniya xwe kiribû. Birayê wî Azad Yilmaz, pismam û kurxalên wî Resûl Yilmaz û Sînan Devîren bi hev re canê xwe dan. Fatîh Demîr û hevjîna wî Talîbe Demîr dema hewl didan biçin zarokên xwe xelas bikin canê xwe dan. Şêniyên gund dizanin ku ev şewat ne ya ewil e ne jî dê bibe ya dawî. Êşa hatiye kişandin ne ya ewil e û ne jî dê bibe ya dawî. Me ev rastî jiya û wisa hîn bûn. Em dixwazin ji kesên xwedî wijdan bipirsin; em ê bêdeng bin û hûn bibêjin, em çi bikin?”    MA / Tolga Guney