Li Şirnexê dîsa gelek dever hatin qedexekirin 2024-07-16 11:47:10   ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê li seranserî bajar gelek herêm weke “Herêma ewlehiya taybet” ragihand.    Walîtiya Şirnexê gelek qadên çoltarê yên navenda bajar û navçeyên Silopiya, Qileban û Elkê ji bo 15 rojan weke “Herêma ewlehiya taybet” ragihand. Di nava qadên behsa xeberê de herêmên Besta, Gabar, Cûdî û Feraşîn jî hene. Qedexe dê heta 30’ê tîrmehê bidomin.    Herêmên behsa xeberê bi sala ye her 15 rojan carekê li sivîlan tên qedexekirin.