Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate berdan 2024-07-16 11:51:55   RIHA - Endamê Meclisa DEM Partiyê Mûhammed Ayten di danişîna ewil de hate berdan.    Endamê Meclisa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûhammed Ayten ê di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê de hatibû destpêkirin di 3’yê sibatê de hate binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê hatibû girtin, hate berdan. Danişîna ewil a dozê ku di çarçoveya lêpirsîna di 27’ê mijdara 2023’yan de hatibû destpêkirin û 3 jê zarok 9 kes hatibûn binçavkirin de bi dosyaya li Rihayê re kiribûn yek hatibû vekirin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hate lidarxistin. Parêzerên Ayten, nûnerên rêxistinên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), parêzerê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û malbata Ayten danişîn şopandin.    Ayten ê derbarê tiştên pê tê sûcdarkirin parastina xwe bi kurdî kir û parastina wî wergerî tirkî hate kirin, diyar kir ku ji ber peywîra xwe ya di partiyê de tê darizandin xwest were berdan.    Yek ji parêzerên Ayten, Ahmet Atiş jî bi gotina “Armanc ew bû ku endamên Meclisa DEM Partiyê bên girtin bû. Dosyayeke bi temamî ji ber sedemên siyasî hatiye amadekirine. Ez nikarim ji muwekîlê xwe bidim fêm kirin ku ji bo çi hatiye girtin” xwest dema girtina muwekîlê wî li ber çavan bê girtin û ew bê berdan. e   Dadgehê derbarê Ayten de biryara berdana bi şertê kontrola edlî ya qedexeya derketina derveyî welat da.