Derbarê tenduristvanê pirsgirêka nexweşxaneyê kir rojev de lêpirsîn hate destpêkirin 2024-07-16 12:53:08 MÊRDÎN - Derbarê xebatkarê tenduristiyê Adnan Irmak de ku nexibitîna pergala sarkirinê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê kir rojev, lêpirsîn hate destpêkirin.    Derbarê endamê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Adnan Irmak de ku nexibitîna pergala sarkirinê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê kir rojev, lêpirsîna îdarî hate destpêkirin. Xizmê nexweşekî ji ber pergala sarkirinê ya li unîteya lênêrîna awarte nedixebitî bi derfetên xwe vantîlator anî wir. Irmak jî wêneyê vê rewşê parvekiribû. Li ser vê yekê derbarê Irmak de lêpirsîn hate destpêkirin. Cihê peywîrê yê Irmak jî hate guhertin.