Ozel mûxalîf vexwendin qadan 2024-07-16 15:59:39 ENQERE - Hevserokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, bal kişand ser xizaniya heyî û wiha got: “Dest ji çepgiriya li Twîtterê û muxalefeta klavyeyê berdin. Derkevin qadan piştgiriyê bidin têkoşînê.”   Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel, di komcivîna partiya xwe ya li Meclisê de têkildarî rojevê nirxandin kirin. Ozel, xwest ku karsaz Osman Kavala, Can Atalay ê parlamenteriya wî hate xistin û girtiyên din ên ji ber protestoyên Gezîyê hatine girtin bên berdan.    ‘EM HEMÛ LI WIR BÛN’    Ozel, bi bîr xist ku hinceta biryara binpêkirina ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê Atalay de dabû hêj nehatiye aşkerekirin û wiha got: “Di doza Geziyê de 5 birayên me di hundir de ne. Şûna me hemûyan dirazin. Gezî em in, em hemû li Geziyê bûn, Gezî rûmeta me ye.”   VEXWEND QADAN   Ozel, bal kişand ser krîza aborî, rewşa teqawîdan û xizaniya li Tirkiyeyê û ev tişt gotin: “Ev 22 sal in kolan ji destê vî gelî wergirtine. Dengê vî gelî dizîn. Banga min li mûxalîfên klavyeyê ye. Dest ji çepgiriya li Twîtterê û muxalefeta klavyeyê berdin. Derkevin qadan piştgiriyê bidin têkoşînê.”   ‘JI BER DEBAR NÎNE, DI DEMEKÎ NÊZ DE HILBIJARTIN HEYE’    Ozel, bal kişand ku ji ta heta derzî her tişt hatiye zemkirin û wiha got: “Em ê weke CHP heta ku ev pergala keda xizanan dixwe bi dawî bibe têbikoşin. Li vî welatî an rû dê bikenin, an jî dê desthilata ku rûyê mirovan bikenîne dê were. Ji ber debar nîne, di demekî nêz de hilbijartin heye.”   Ozel, her wiha bertek nîşanî Serokê Polîsê Tevgera Taybet Suleyman Karadenîz ê destê Devlet Bahçelî maç kir, da û wiha got: “Te polîsbûna dewletê xelet fêm kiriye.”