Şaredariya Curnê Reş tabelayên kurdî daliqandin 2024-07-16 16:40:59   RIHA - DEM Partî ya Şaredariya Curnê Reş bi dest xist, bi avahiya şaredariyê ve û ketin û derketina navçeyê tabelayên kurdî daliqandin.    Şaredariya Curnê Reş a Rihayê ku namzetên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên ku di 2’yê hezîranê de hatibûn dûbarekirin de bi ferqeke mezin bi dest xist, bi avahiya şaredariyê ve û ketin û derketina navçeyê tabelayên kurdî daliqandin.    Bi avahiya xizmetê ya şaredariyê ve “Şaredariya Curnê Reş” , di ketina navçeyê de tabelaya “Hûn bi xêr hatin Curnê Reş” û di ketine de jî tabelaya “Oxir be” hate daliqandin.