Pankarta Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi sûrên Amedê ve hat daliqandin 2024-07-16 19:48:21 AMED - Endamên YCW'ê bi sûrên Amedê ve pankarta berxwedana 14'ê Tîrmehê daliqandin.   Endamên Yekitiya Ciwanên Welatparêz (YCW) ji bo bîranîna berxwederên 14'ê Tîrmehê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ku li Zindana Amedê di çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin de jiyana xwe ji dest dan, bi Birca Keçikê ya Amedê ve pankart daliqandin.     Pankarta bi nivîsa "Berxwedana 14’ê Tîrmehê rêya azadiyê mîsoger dike" bi bircê ve hat daliqandin.