ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-17 09:00:36   * Li herêma Çilaşanê ya navçeya Payîzavayê di demekê de 40 aşên avê li ber hev dixebitîn. Ji van aşan niha tenê yek li ser pêyan maye û xwediyê aş Seyfeddîn Uçer banga xwedîderketinê kir.    * Seroka KASED’ê Salîha Ayata diyar kir ku ev nêzî 4 sal in romanên kurdî dixwînin û cihê jinan a di wêjeyê de nîqaşan dikin û got: “Di cîhanê de deriyê wêjeyê de hatiye giretin. Lê jinan ev deriyên girtî şikandine.”    * Malbatên girtiyan piştî girtiyan dawî li çalakiya xwe anîn li girtîgehên hevdîtin pêk anîn. Malbatan diyar kir ku girtiyên wan dixwazin demildest tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û divê têkoşîna li dijî tecrîdê bidome.    * Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek bang li PDK û Mesûd Barzanî kir ku li dijî şer helwesta xwe nîşan bidin û got: “Pêwîste li dijî projeya dagirkeriyê ya Tirkiyeyê helwesta neteweyî bê nîşandan.”    * Prof. Dr. Riza Ozturkmen diyar kir ku şewatên ku zêde dibin ji ber krîza avhewayê ye û hişyarî da ku heke krîz bidome dibe ku kêmbûna avê û qitûtiya avê biqewime.    * Rojnamevan Keser Buldan diyar kir ku Tirkiye bi hevkariya PDK’ê êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê berfirehtir kiriye û diyar kir ku êriş li herêmên Girê Bahar, Sergelê û Guherzê pêk dijwar bûne.    * Di doza Necmettîn Fendîk ê li Geverê ji aliyê polîsan ve hat kuştin de, mutala hat amadekirin û hat îdiakirin ku di bûyerê de tiştekî bi qestî hatibe kirin tune ye.    * Şaxa ÎHD’a Amedê dê rapora binpêkirinên mafan ên 6 mehên dawî li avahiya şaxê eşkere bike. (12.00)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmmogûllari bi boneya salvegera damezirandina ÎHD’ê dê tev li pîrozbahiya li avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê bibe. (17.30)   * Partî û saziyên li Amedê li dijî êrişên dewleta tirk ên ser Herêma Federe ya Kurdistanê dê li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê daxuyaniyê bidin. (18.00) ZINDÎ   * Çalakiyên nobetê yên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hatine destpêkirin, dê îro jî li Stenbol û Colemêrgê bidomin. (20.00-22.00)