Li qada dewleta tirk bombebaran kir şewat derket 2024-07-17 10:16:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku dewleta tirk duh bi şev gundê Guherzê yê Amêdiyê bombebaran kiriye û li herêmê şewat derketiye.    Êrişên dewleta tirk bi hevkartiya PDK’ê li Herêma Kurdistana Federe dabûn destpêkirin berdewam dikin. Duh bi şev gundê Guherzê yê navçeya Amêdiyê ya Duhokê du caran hate bombebarankirin. Di encama bombebaranê de du caran şewat derket. Hate diyarkirin ku ji ber êrişan berdewam kir, gundiyan nekarîn mudaxileyî şewatê bikin.    Ligel êrişan bi awayekî hemwext leşker jî sewqî heman herêmê hatin kirin.