Ji bo Beyoglû yê AKP’î biryara girtinê hate dayîn 2024-07-17 12:52:14   AMED - Derheqê Huseyîn Beyoglû yê AKP’î de ku ji ber bertîlê doz lê hatibû vekirin, biryara girtinê hate dayîn.    Huseyîn Beyoglû yê AKP’î di sala 2019’an de ji hêla Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve li Şaredariya Rezanê ya Amedê hate tayînkirin. Beyoglû, ji bo destûra înşaetê ji karsaz Nûsret Bekirhanli 5 milyon lîre stand. Beyoglû, cîgirê wî Sidik Aycîl û xebatkarê Îmarê Firat Kiliç ji ber vê bertîlê dihatin darizandin. Danişîna dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Beyoglû beşdarî danişînê nebû lê karsaz Nûsret Bekirhanli û parêzerên wî amade bûn.    Dadgehê derheqê Beyoglû de biryara girtinê da.    ÇI BÛBÛ?    Karsazekî serî li Şaredariya Rezanê da û Firat Kiliç ê li Midûriyeta Îmarê dixebitî bertîl jê xwest. Li ser vê yekê karsazî agahî da polîsan. Komên Şaxa Midûriyeta Qaçaxçitî û Sûcên Organîzeyî bi ser mala Kiliç de girtin. Di dema teslîmkirina pereyên hejmara wan hatine girtin de polîsan bi ser malê de girtin û Kiliç binçav kirin.    Li ser îfadeyên Kiliç, lêpirsîn hate berfirehkirin. Polîsan îcar jî cîgirê serokê ji îmarê berpirsyar Siddik Aycil binçav kiribûn.