Hevdîtinên Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê taloqî cotmehê hatin kirin 2024-07-17 13:05:21 ENQERE - Serokê Giştî yê Egîtîm Sen’ê Kemal Irmak, diyar kir ku hevdîtina têkildarî “Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê” li Meclisê dihate kirin, taloqî meha Cotmehê bûye û wiha got: “Em naxwazin hevdîtin bên taloqkirin, em dixwazin bi temamî paş ve bê kişandin.”   Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanîstê (Egîtîm Sen) têkildarî pêşnûme qanûna “Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê” ku hevdîtinên wê li Meclisê didomin li Navenda Giştî civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Giştî yê Egîtîm Sen’ê Kemal Irmak, diyar kir ku dê li dijî pêşnûme qanûnê bi awayekî bênavber têbikoşin û wiha got: “Em daxwaz dikin ku muzakereyên li ser Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê ku pîşeya hîndekariyê û keda me bêqîmet dike, ji bo tu pirsgirêkên me yên aborî, civakî û pîşeyî nabe çareserî, rêgeza heqdestê wekhev a ji bo karê wekhev ji holê rake, mafên me yên hatine bidestxistin qels bike û xwedî naverokeke ku cudakarî û newekheviya di nava xebatkaran de kûr dike neyê taloqkirin, bi temamî bê vekişandin. Em weke Egîtîm Sen’ê rayedaran careke din hişyar dikin; ev pêşnûma qanûn ji aliyê amadekirin û naverokê ve ji qanûna pîşeyî dûr e.”