Ji TEV-DEM’ê peyama 19’ê Tîrmehê: Têkoşînê mezin bikin 2024-07-17 13:31:37   NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM’ê bi boneya salvegera Şoreşa Rojava daxuyanî da û banga xwebirêxistinkirina li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî û mezinkirina têkoşînê kir.    Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya nêzîkbûna salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de Şoreşa Rojava li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, gelê kurd, pêkhateyên herêmê, malbatên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn, li birîndar, têkoşer û hemû hêzên parastinê hate pîrozkirin.    ‘ŞOREŞÊ GUHERTINÊN GIRÎNG ÇÊKIRIN’    Bi domdarî di daxuyaniyê de hat gotin ku bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re ku di 2012’an de li Kobanê dest pê kir, gelek destkeftî hatin bidestxistin û hêviyên gelên herêmê vejandin. TEV-DEM’ê diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê li herêmê û cîhanê tecrubeyeke gelek girîng e. Daxuyanî wiha domiya: “Di asta civakî, siyasî û parastinê de guhertinên mezin hatin kirin. Di şoreşê de jin û ciwan bi roleke pêşeng rabûn ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate avakirin. Bû hêzeke siyasî û civakî ya çalak ku hêj jî têkoşîneke mezin dimeşîne. Ji bo parastina destkeftiyên vê şoreşê gelek fedakarî hatin kirin û hêj tên kirin.”    TEV-DEM’ê bi domdarî bal kişand ser helwesta dewleta tirk û wiha pê de çû: “Dewleta tirk a dagirker bi awayekî hovane êriş kir, şert û mercên navneteweyî bi kar anî da ku vîna şoreşê têk bibe. Di vê çarçoveyê de jî siyaseteke derqanûnî meşand, hewl da tola xwe ji gelê herêmê hilîne û bi vê boneyê Rêber Abdullah Ocalan û gelên berxwedêr ji hev dûr xist.”    TIRKIYE DIXWAZE ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ TÊK BIBE   Di berdewamê de hat gotin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêvajoyeke diyarkirina çarenûsê de ye û hat gotin ku di vê demê de hikûmeta Erdogan şerê dagirkirinê li dijî başûrê Kurdistanê ragihand. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Li aliyê din hewl dide bi rejîma Sûriyeyê re lihev were. Ji vê armanc dike dagirkeriya xwe rewa bike û vîna herêmê û Şoreşa 19’ê Tîrmehê têk bibe.    BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ   Banga me ji bo hemû gelên herêmê ew e ku bi girseyî tev li şahiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê bibin û bi awayekî berpirs li hemberî siyasetên qirkirinê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bisekinin, piştgiriya pêngava navneteweyî bikin ku ji bo bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî hatiye ragihandin. Her wiha em bang dikin ku gelên em têkoşîn, berxwedan û birêxistinkirinê li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî mezin bikin. Bi vê yekê re jî mîrasa dîrokî biparêzin û rê li pêşiya dagirkeran û xayînan bigirin.”