Nobeda li dijî qeyûm a li Stenbol û Îzmîrê berdewam kir 2024-07-17 21:35:45 STENBOL/ÎZMÎR - Nobeda li dijî qeyûm li Stenbol û Îzmîrê hatiye destpêkirin berdewam dike. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku ew qeyûman li ser îradeya gelê kurd naxwazin û dê li dijî vê têbikoşin.      Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê nobeda li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê ya li Meydana Şîşxaneyê ya li Beyoglûyê di roja 37'an de berdewam kirin. Çalakvanan di nobedê de wek her roj tîşortên "Qeyûm bicehime" li xwe kirin û nerazîbûna xwe ya li dijî qeyûm dan nîşandan.    Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Sultangaziyê Farûk Kaya ewilî di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku divê dawî li destesrkirina îradeya gelê kurd bê anîn û di serî de zimanê gelê kurd û hemû daxwazên gelê kurd bên qebûlkirin.      Cumhur Bîlgen Soyustun li ser navê Platforma Demokrsiyê ya Gungorenê axivî û da zanîn ku îradeya gelê Colemêrgê tune hatiye hesibandin û divê hurmet ji îradeya gel re bê nîşandan. Soyustun xwest ku girtiyên siyasî yên kurd bên berdan û dawî li sepanên qeyûman bê anîn.    Serokê Weqfa Demokrasiya Sosyal (SODEV) Rasîm Şîşman jî axivî û got ew ji bo xwedî li îradeya gelê Colemêrgê derkevin li vir in û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê dê têbikoşin.    Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan axivî û diyar kir ku wê gelê kurd û gelên Tirkiyeyê li dijî qeyûman dê têkoşîna xwe berdewam bikin.    Piştî axaftinan çalakiya îro bi dawî bû.   ÎZMÎR    Nobeda li Îzmîrê jî aliyê partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ve hatiye destpêkirin di roja 14’an de berdewam kir. Nûner û rêveberên partiyan û rêxistinên sivîl û gelek kes tev li nobedê bûn û dirûşm berz kirin.    Rêveberê DEM Partiya Îzmîrê Hacay Yilmaz axivî û destnîşan kir ku ew li dijî zîhniyeta qeyûm ku talanê dike li kolanan e û ew ê her li dijî qeyûm û her cure neheqiyên desthilatdariyê li kolanan bin.    Nûnerê Partîzana Îzmîrê Mehmet Kasar jî diyar kir ku li dijî gelê kurd polîtîkayek taybet tê meşandin û ew ê li dijî her zextên li ser gelê kurd û li dijî qeyûman di nav berxwedanê de bin û têkoşîna xwe mezin bikin.    Piştî axaftinan çalaki bi dawî bû.