Kanar: Divê ji bo Ocalan qanûnek bê derxistin û were berdan 2024-07-18 09:09:18 STENBOL - Hiqûqzan Ercan Kanar diyar kir ku prosedura ku CPT'yê ji bo Azerbaycanê sepandiye divê ji bo Tirkiyeyê jî heman prosedurê bide sepandin û got: “Li ser bingeha wekheviyê û azadiyê ji bo aştiyê têkildarî Ocalan divê qanûnek bê derxistin û were berdan.”    Çil meh in rewşa ku ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîda girankirî de ne, agahî nayê girtin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li dijî tecrîda li ser muwekîlên xwe dem bi dem serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dide. Di serlêdanên binpêkirinan de ji CPT’yê tê xwestin ku biçe Îmraliyê û lêkolînan bike.    CPT ku di serdana xwe ya dawî ya Tirkiyeyê de neçû Îmraliyê, ji bo daxwazên tên kirin jî heta niha tu gavan neavêtiye. Her wiha rapora ku der barê serdana xwe ya dawî ya Îmraliyê de amade kiribû eşkere nekir. CPT ku yekane saziya navneteweyî ya ku ji bo çûyîna Îmraliyê rayeya wê heye, neeşkerekirina rapora serdana xwe bi hinceta "destûra Tirkiyeyê nîne" ve girê dide. Lê belê CPT xwedî wê erke ye ku der barê welatên ku li gorî pêşniyaran tevnegerin de daxuyaniyan bide.   CPT herî dawî der barê Azerbaycanê de ku li gorî pêşniyarên wê tevnagere daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de binpêkirinên li Azerbaycanê tên kirin jî cih girtin û hat destnîşankirin ku ev binpêkirin nayên qebûlkirin.    'DIVÊ CPT JI BO TIRKIYEYÊ JÎ HEMAN BIRYARÊ BIDE’    Hiqûqzanê cezayê Ercan Kanar tecrîda li Îmraliyê û "hevkariya" CPT ya bi Tirkiyeyê re nirxand. Kanar anî ziman ku divê CPT çawa li Azerbaycanê kir, ji bo Tirkiyeyê jî heman rêbazê bi kar bîne û got ku dikare ambargoyan deyne ser Tirkiyeyê. Kanar wiha got: "Dibe ku mafê axaftinê yê li Konseya Ewropayê ji Tirkiyeyê bê standin an jî ji endamtiya konseyê bê derxistin. Mînaka vê ya herî dawî jî Azerbaycan e. CPT'yê diyar kir ku heke dawî li binpêkirinên derqanûnî neyine, dê mafê axaftinê yê Azerbaycanê bê standin û endamtiya wê ya konseyê bê bidawîkirin. Vê yekê ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re ragihand. Li ser vê yekê neçar ma ku bi paş ve biavêje.”    Kanar serlêdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya ji bo Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bi bîr xist û got: "NY'ê jî serlêdana parêzeran qebûl kir û xwestg biryara tevdîrê bê girtin. Dibe ku Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li dijî Tirkiyeyê biryarê bide."   'DIVÊ DEMILDEST HEVDÎTIN PÊK WERIN’    Kanar bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku divê hemû saziyên hiqûqî yên cîhanê li dijî vê rewşê rabin ser pêyan. Kanar da xuyakirin ku tu bingeheke qanûnî ya qedexekirina hevdîtina malbat û parêzeran nîne û got: "Pêwîste rêgezên Mandela ji bo Abdullah Ocalan bên bicihanîn. Dîsa li gorî van rêgezan, bêyî ku cezayên disîplînê bê girtin, pêşiya hevdîtina malbat û parêzeran nayê girtin. Ji ber vê yekê divê demildest hevdîtina malbat û parêzerên Abdullah Ocalan bê kirin.”   Kanar destnîşan kir ku “hiqûqa dijminatî û şer” li dijî Abdullah Ocalan tê sepandin û sepanên li Îmraliyê şiband sepanên faşîst ên rejîma Hîtlerê. Kanar wiha got: “Li Tirkiyeyê hiqûqa parçekirî heye. Li dijî muxalîfan ‘hiqûqa dijminatî û şer’ dide sepandin. Li dijî yên ne muxalîf jî ‘hiqûqa asayî welatîbûnê’ dide sepandin. Ji vê doktrîneyê re 'hiqûqa dijmanitê’ tê gotin. Pêwîste li dijî vê rewşa tecrîdê bênavber hewldan bên kirin.”      'LI GORÎ BERJWENDIYÊN XWE BIRYARAN DIDE’    Kanar destnîşan kir ku hin sedem hene ku biryarên 'binpêkirinê’ yên der barê Abdullah Ocalan de nayên bicihanîn û wiha axivî: "Em niha di pêvajoyeke din de derbas dibin ku tevgerên rastgir bi giştî bi bandortir in û hêzên demokratîk jî kêm bi bandor in. Neteweyên Yekbûyî di bin serweriya dewletên mezin ên emperyalîst ên kapîtalîst de ye, jixwe NATO rêxistina şer a emperyalîst e. Rewşeke wisa heye ku sermaye di esasê xwe de di saziyên din ên navneteweyî de xwedî gotin e. Di çavê van saziyan de jî tu girîngiya ku gel mafên tayînkirina çarenûsa xwe bidin nîne. Ji ber vê yekê tu girîngiya Abdullah Ocalan ji bo wan nîne. Lewma biryarên bidin jî wê ne demokratîk bin. Di çarçoveya berjwendiyên xwe de biryaran didin.”    ‘DIVÊ OCALAN WERE BERDAN’    Kanar destnîşan kir ku hin sedem hene ku Tirkiye daxwazên biryarên binpêkirinê pêk nayîne û wiha got: "Ji aliyê siyasî ve ji bo aştiya li ser esas û bingeha wekhevî û azadiyê ji bo pêkanîna aştiyê divê der barê Abdullah Ocalan de qanûnek bê derxistin. Divê di serî de Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Lê mixabin ji ber vê desthilatdariyê di demek kin de çareseriyek wisa xuya nake. Ji bo Ocalan qanûnek taybet hat derxistin. Mixabin der barê Ocalan de ecêbî û sepanek wisa şaş heye.”    'DIVÊ RÊ LI BER CEZAKIRINA TIRKIYEYÊ BÊ VEKIRIN’    Kanar da zanîn ku biryara binpêkirina 'mafê hêviyê' ya Abdullah Ocalan wê di civîna meha Îlonê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de cih bigire û wiha got: "Tirkiyeyê got ku ji sala 2009'an û vir ve biryara binpêkirinê tune ye. Dibe ku dîsa heman biryarê bide. Eger Tirkiye careke din biryareke wiha bide, divê Komîteya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê demildest vê biryarê bigihîne Dadgeha Bilind a DMME'yê. Heke Odeya Mezin jî li ser binpêkirinê biryar bide, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê divê rê li ber cezakirina Tirkiyeyê veke."   MA / Esra Solîn Dal