Di 17 salan de 451 sivîl bi guleyên polîsan hatin kuştin 2024-07-18 09:16:05   ÎZMÎR - Li gorî daneyên Weqfa Baran Tursun di 17 salên dawî de zarok jî di nav de 451 kes bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dane. Serokê Weqfê Mehmet Tursun got ku mirinên li bajarên kurdan zêde bûne.    Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê Weqfa Baran Tursun ve hatin ragihandin, ji sala 2007'an heta 6 mehên destpêkê yên sala 2024'an 451 sivîl ku di nav de zarok jî hene ji aliyê polîsan ve hatine kuştin. Li gorî daneyan; nîvê kesên hatine kuştin zarok û ciwan in. 223 kesên ku temenê wan di navbera 0-25’an de ne bi guleyên polîsan, hem jî bi wesayîta polîsan û hem jî bi bombeya gazê jiyana xwe ji dest dan e. Şirnex wekî cihê ku herî zêde mirin lê qewimîn bi 68 kesan hat tomarkirin. Piştî Şirnexê 54 kes jî li Stenbol, li Amedê 34 kes, li Mêrdînê 21 kes û li Îzmîrê jî 19 kes hatine kuştin. Ji 451 kesan 290 kes li bajarên bakurê Kurdistanê û 161 kes jî li bajarên Tirkiyê hatine kuştin. Dane diyar dikin ku ji 98 zarokên hatine qetilkirin 90 zarok li bajarên bakurê Kurdistanê hatine qetilkirin.   'DI HEMBÊZÊN DAYIKÊN XWE DE HATIN KUŞTIN’   Serokê Weqfa Baran Tursun Mehmet Tursun diyar kir ku piraniya mirinan dema welatî di rê de dimeşiyan, dema diçûn dibistanê an bazarê, dema li parkê rûniştîbûn, di nav nivînên xwe radiketin an jî di hembêza dayika xwe de hatin kuştin. Tursun bal kişand ser gelek kesên "li dijî qanûnê muxalefetê derketin" an jî “guh nedan hişyariya raweste" bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dan û got: "Ji van kesan jî tu kes li dijî polîsan tundî nekiriye û gef li jiyana kesekî din nexwarine û zirarê nedane mal û milkê tu kesî. Tevî ku neketine şerê çekdarî jî ji aliyê polîsan ve hatine kuştin."   POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ    Tursun anî ziman ku polîtîkaya bêcezahiştinê dibe sedema zêdebûna kuştinan û wiha got: “Ev bêcezahiştin bandorê li kuştinên nû dike. Li akademiyên polîsan biryarên beraetê bi taybetî yên ku di encama bêcezakirinê de tên dayîn, weke perwerdeyê tên pêşkêşkirin. Polîsê ku bi van biryaran mezûn dibin, dikarin bi mantiqê her kesî bikuje. Polîs dibêje, ‘jixwe ez kî jî bikujim ceza li min nayê birîn’. Polîs bi vê mantiqê tevdigerin. Ev aliyekî yê meselê ye. Li aliyê din jî ji bo kesên ji aliyê polîsan ve tên kuştin, di raya giştî de nabe cihê refleksê. 451 kes ji aliyê polîsan ve hatine kuştin lê raya giştî vê yekê wek rewşek asayî dibîne. Refleksa raya giştî li ber kuştinan kêm e. Divê ku hin bêtir raya giştî li ber van kuştinan dengê xwe derxe û li berê rabe.”    'DIJMINATIYA KURDAN’    Tursun bal kişand ser rêjeya kuştina zêde yên li bajarên bakurê Kurdistanê û wiha got: "Ji 451 kesên ku hatine kuştin 290 kes li bajarên Kurdistanê ne û 161 jî li bajarên rojavayê Tirkiyeyê ne. Di nav de 98 zarok ji aliyê polîsan ve hatine kuştin. Ji 98 zarokan 90 zarok li bajarên bakurê Kurdistanê hatine kuştin. Sedema kuştinên ewqas zêde yên li bajarên kurdan ew e ku nêrîna li ser erdnîgariya kurdan e. Sedema vê jî dijminatiya li hemberî kurdan e. Ev polîtîkayeke dewletê ye. Di encama polîtîkaya dewletê ya li dijî kurdan de, polîsan kirine xwedî erk û kuştina kurdan serbest tê dîtin. Ji ber ku dewlet û mekanîzmaya parastinê li pişt wan heye, erka kuştinê dixin destê xwe. Ji ber vê erka ku dane polîsan jî her cure kuştin û sûcên derqanûnî pêk tînin.”    MA / Semra Turan