Hem yewmiye nedanê hem jî îşkence lê kirin 2024-07-18 09:17:03   RIHA - Vedat Kurt ê ji Rihayê li Antalyayê ji ber ku yewmiyeya xwe ji xwediyên kar xwestibû, bi îşkenceyê re rû bi rû mabû. Kurt qala îşkenceyê kir û banga piştevaniya doza xwe ku dê di 16’ê cotmehê de bê lidarxistin kir.    Vedat Kurt (22) karkerek ji navçeya Pirsûsa Rihayê ye. Ji bo kar diçe Antalyayê. Kurt li cihê karê ku lê dixebite, yewmiyeya xwe dixwaze. Xwediyên kar îşkenceya giran li Vedat Kurt dikin. Bi rojan hatiye desteserkirin. Kurt tiştên hatine serê wî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal belav kir û ev rewş derket holê.    Vedat Kurt di sibata 2020’an de ji bo xebatê diçe Antalyayê. Kurt li vir li kargeha bi navê "Antepli Ahmet Usta" dest bi kar kir. Kurt di 13'ê cotmeha 2020'an de dema ku heqdest-yewmiyeya xwe yê rojane ku wernegirtiye dixwaze, ji aliyê xwediyên dikanê A. T., O. T., S. T. û A. A. bi îşkeneya giran re rû bi rû dimîne. Hat gotin; xwediyên kar diranên Kurt kişandine û bi ceyran û daran îşkence lê kirin e. Kurt piştî îşkenceyê bi rojan tê desteserkirin. Kurt di dema desteserkirinê de dîsa bi îşkenceya benê berazan û pêxwarina kêzikan re rû bi rû dimîne.    Piştî birînên Kurt baş dibin tê berdan. Ew piştî bûyerê bi 2 salan şûnve tê Rihayê. Der barê 4 kesên îşkence lê dikin de gilî dike. Kurt paşê jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê dide. Lêpirsîn tê destpêkirin û di vê çarçoveyê de der barê 4 îşkencekaran de biryara binçavkirinê tê derxistin û biryar tê dayîn ku eşyayên wan ên elektronîk bên desteserkirin. Bersûc tên binçavkirin û telefonên wan tên desteserkirin. Di telefonên îşkencekaran de dîmen û wêneyên aîdî kêliya îşkenceya li Kurt hatiye kirin, hatin dîtin.    4 ÎŞKENCEKAR NEGIRTÎ TÊN DARIZANDIN    Ew 4 îşkencekar tên girtin û piştî 50 rojan bi hinceta “delîlên têrkirî tune ne” hatin berdan. Dozger ji sûcên “kes ji azadiya wî bêpar hiştin e”, “ji kesekî zêdetir nîvê şevê talana bi çek û tundiyê û gef xwarin e û bi rêya hîleyê kes ji azadiya wî bêpar hiştine” der barê 4 bersûcan de îdianame amade kir. 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê îdianame qebûl kir.    Heta îro der barê 4 bersûcan de 9 danîşin hatine lidarxistin. Danişîna 10’emîn a dozê dê di 16’ê cotmehê de bê lidarxistin.    HEQDESTÊ WÎ XWARIN E    Kurt ê ku niha li Pirsûsê dijî, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa tiştên hatine serê wî kir. Kurt diyar kir ku ji bo debara xwe bike çûye Antalyayê û got ku wî li "Servîsa Lênêrîna Taybet a Antepliler" (Antepli Ahmet Usta) ya li Sîteya Pîşesaziya Yeşîl dest bi kar kiriye û di heyama ewil de heqdestên xwe tam wergirtiye. Kurt got: "Piştî mehek û nîvê meaşê min hat kêmkirin. Dema min ji wan pirsî, ‘Em meaşê te komî ser hevdikin, em ê wisa bidin te’ç Piştî 4-5 meh û nîvan, min got, ‘Bi qasî ku meaşê min ketiye ser hev, bide min’. Paşê, min çend mehên din jî dengê xwe nekir. Dîsa min pereyê xwe ji wan xwest. Hindik mabû wê bigotina, ‘pereyê te tune ye’.”    WÎ SÊ MEHAN DESTESER KIRINE    Kurt diyar kir ku piştî ew vegeriyaye Antalyayê, xwediyên kar wî ew li wesayîtekê siwar kirin da ku wî bibin malê û wiha got: "Ji bo biçin malê tenê rêyek mabû. Lê ji nişka ve li rêyek din zivirîn. Min birin qadek daristanî. Li vir li min dan û dest bi îşkenceyê kirin. Telefona min avêtin. Paşê min birin mala karkeran. Bi benê berazan min girê dan. Kêzikan bi min dan xwarin. Li min dan û îşkenceyek giran li min kirin. Sê mehan min desteser kirin. Tenê min dikaribû şorbeyê bixwara. Dema malbata min, li min digeriya bi zora sîlehê min didan axaftin. Digotin tiştekî ji malbata xwe re nebêje. Malbata min piştî salek û nîvê hîn bû ku îşkence li min hatiye kirin. Min berdan. Ez neçar mam bi wan re bixebitim. Çimkî hê jî pereyê min nedabûn min. Tenê di destê min de gilîkirin mabû. Wekî din çareyek min din nebû. Ez dîsa nêzî deh mehan li cem wan xebitîm. Dîsa heqaret li min dikirin.”    ÎŞKENCEYÊ BI TELEFONA XWE QEYD KIRINE    Kurt destnîşan kir ku dîmenên îşkenceyê di telefonên bersûcan de derketin holê. Kurt anî ziman ku tevî ku 9 danişîn hatin lidarxistin jî ew kes hê jî negirtî tên darizandin û ji bersûcan A.A. ewilî îşkenceyê qebûl kir û di danişînê piştre de îfadeya xwe bi paş ve kişand.    GEFXWARIN DEWAM KIRIYE    Kurt da zanîn ku kesên şahidiya îşkenceyê kirin di dadgehê de gotin ku wan tiştekî nedîtiye û ji ber ku wî serî li ber wan kesan rakir, ev yek hatin serê wî. Kurt diyar kir ku di pêvajoya darizandinê de ji bo ku ew dev ji gilîkirina xwe berde wan kesan dîsa gef lê xwariye.    JI BO DANIŞÎNÊ BANG KIR   Kurt bi bîr xist ku wê danişîna 10’emîn a doza wî di 16’ê cotmehê de bê lidarxistin û got: “Ez naxwazim di danişînê de tenê bim. Ez dixwazim her kesê xwedî hestiyar tev li danişîna min bibe û li ber vê zilmê bêdeng nemînin.”   MA / Ceylan Şahînlî