Teqawîdan ji desthilatê re got: Ka xwe bi ceribînin ku bi vî pereyî debarê bikin! 2024-07-18 10:17:00   WAN - Teqawîdên bertek nîşanî zêdekirina 2 hezar û 500 lîre mûçeyên xwe dan, ev bang li desthilatê kirin: “Ka hûn xwe bi ceribînin ku bi vî pereyî debarê bikin!”   AKP’ê di 16’ê tîrmehê de ragihand ku dê mûçeyê teqawîdan ê herî kêm bibe 12 hezar û 500 lîre. Qanûna têkildarî mûçeyê teqawîdan ê herî kêm li paketa anîn Meclisê zêdekirin. Lê teqawîd li dijî rêya zema hatiye kirin bi bertek in. Teqawîdên li Wanê dijîn, îşaret bi sînorê birçîtiyê yê 26 hezar û 400 lîreyî û sînorê xizaniyê yê 72 hezar lîreyî kir û bertek nîşanî zema hikumetê ya 2 hezar û 500 lîreyî dan.    ‘PERE JI ŞER RE TÊ XERCKIRIN’    Ahmet Ergînbaş ê teqawîd wiha got: “Mûçeyê em digirin 10 hezar lîre ye, mûçeyê nû bê dayîn jî 12 hezar û 500 lîre ye. Di navberê de tu ferq nîne. Mixabin ji teqawîdan re ev pere rewa tê dîtin. Ez ê çawa bi vî pereyî debara xwe bikim?” Ergînbaş, bal kişand ku bi mûçeyê kêmtirîn ê berê digirt dikarî 3 xwendekaran bide xwendin û wiha berdewam kir: “Min dikarî her sal jî qurbanekî serjê bikim. Lê dema em li vê pêvajoya pêşiya xwe dinêrin em rastî rewşeke gelek nebaş hatin. Em weke teqawîdan nan û zik debara xwe dikin. Dema mesele teqawîd bin pere nîne, lê ji tank, tiving û balafiran re pereyekî zêde heye. Ya rastî hemû budçeya Tirkiyeyê ji şer re tê xerckirin. Heke ev pereyê ji şer re tê xerckirin dabûna gel û teqawîdan em di vî halî de nedibûn. Heke em bixwazin ku aborî baş bibe divê demildest dest ji şeran bê berdan û pereyê ji şer re tê xerckirin li aboriya welat were zêdekirin.”   ‘WELAT HATIYE ASTA KU MIROV NIKARIN LÊ BIJÎN’    Yek ji teqawîdan Emîn Orhan, destnîşan kir ku aboriya welat hatiye asta têkçûnê û wiha got: “Li gorî rayedaran rewşa me teqawîdan gelekî baş e. Em dikarin bi pereyên digirin debara xwe bikin. Ka bila ew jî xwe biceribînin ku bi vî pereyî debara xwe bikin. Em li malê binêrin an li zarokan? Em pereye ceyranê bidin an yê gazaxwezayî? Em nizanin. Em bi vî pereyî çawa debara xwe bikin? Dema em îro lê dinêrin lêçûna rojane ya qesrê bi milyonan pereyî ye. Ew pereyê tê xerckirin ji mirovan re were xerckirin, em ê di vî halî de nebûna. Tirkiye hatiye asta ku mirov nikarin lê bijîn. Li welat ne razemenî, ne kar ne dahat heye. Ev dê bi vî awayî heta ku derê berdewam bike? Ji bo ku ev pirsgirêk bên çareserkirin divê demildest desthilata heyî bê guhertin. Heke ev desthilat were guhertin dê welat bêhneke rehet bistîne û dê welat were asta ku mirov bikarin lê bijîn.”   ‘EM NIKARIN XWE BIGIHÎNIN SERÊ MEHÊ’    Mîrsevdîn Sonay jî anî ziman ku berê dikarin bi mûçeyê teqawîdan debara xwe bikin û razemeniyên biçûk bikin û wiha axivî: “Em niha bi 10 hezar lîreyê em digirin nikarin zêrekê jî bikirin. Divê qet nebe mûçeyê me qasî zêrekê bibûya. Ji teqawîdan re qala daxistina gerê dikin. Îro kîjan teqawîd bi vî pereyê digire re dikare bi gere? Şûna daxistina gerê bila qertekî daxistinê yê bikarin ji marketê dan û standinê bikin bidin ku em bikarin poşetên xwe tejî bikin. Teqawîd vê dixwaze. Baş e ku xwendekarên min nînin. Hinek teqawîd di kirê de ne û xwendekarên wan hene. Ji ber vê yekê zehmetiyê dikişînin. Teqawîd bi rojane debara xwe dikin û tu ji wan nikarin xwe bigihînin serê mehê. Ez ji ber ku li gund dijîm qet nebe zor û zehmet be jî debara xwe dikim. Lê kesên li bajaran nikarin bi mûçeyê teqawîdbûnê debara xwe bikin.”   ‘BILA ZEMÊ BIGIRIN Û BIDIN ALÎGIRAN’    Serokê Şaxa DÎSK Emeklî-Sen’ê yê Wanê Tîmûr Sayyîgît jî bertek nîşan da ku zema li teqawîdan hatiye kirin weke “mizgînî” bê nîşandan û wiha got: “Em bang li kesên ku bêyî şerm bikin ji vê re dibêjin mizgînî dikin; em vê zema 2 hezar û 500 lîreyan a hatiye kirin qebûl nakin û dixwazin demildest bi paş ve were kişandin. Bila biçin zikê alîgirên xwe têr bikin. Ji bo ku di roja me de li Tirkiyeyê teqawîdek bikare debara xwe bike divê herî kêm 35 hezar lîreyan mûçe bigirin. Ji bo teqawîdên di kirê de ne û xwendekarên wan hene ev hejmar kêm e. Ji sala par ve biha du qet zêde bûne; divê mûçeyên teqawîd û karkeran jî li gorî vê zêde bibe. Tevî ku ji her tiştî re ji sedî sed zem hate kirin jî ji mûçeyên teqawîdan re an qet zem nehatiye kirin an jî qismekî biçûk hate kirin.”