Cezayê li 24 siyasetmedaran hatibû birîn hate erêkirin 2024-07-18 10:37:40   COLEMÊRG - Dadgeha Bilind cezayê di doza “KCK Geverê” de li 24 siyasetmedaran hatibû birîn erê kir.    1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê di sala 2019’an de li 24 siyasetmedarên kurd ji 8 salan heta 17 salan cezayê hefsê biribû. Daîreya 3’yemîn a Cezayan a Dadgeha Bilind ev cezaye erê kir. Dadgeha Bilind, ji bo cezayê li Hevşaredara Geverê Remziya Yaşar ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin û 23 kesan hatibû birîn weke “li gorî hiqûqê ye” nirxand.    Dadgeha Bilind îdia kir ku delîl li gorî hiqûqê hatine bidestxistin û biryareke wijdanî hatiye dayîn. Dadgeha Bilind, serlêdana bersûcan a ji bo temyîzê jî bi hinceta “derhiqûqtiyên bandorê li hukmê bike tune ne” red kir.    ÇI BÛBÛ?    Di sala 2012’an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê di dîrokên cuda de operasyonên binçavkirinê hatin lidarxistin. Di serdegirtinan de 30 kes bi îdiaya “di nava avadaniya KCK’ê de cih digirin” hatin binçavkirin û girtin. Demek piştre jî di dîrokên cuda de hatin darizandin û tehliyekirin. Di danişîna biryarê ya 1’ê cotmeha 2021’ê de li Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar ku di sala 2019’an de ji peywirê hatibû girtin û li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin, Vahît Şahînoglû û Mehmet Çapraz bi îdiaya “Rêveberiya rêxistinê” 17 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. Dadgehê ji bo Yaşar û Şahînoglû biryara domandina rewşa girtî da, ji bo Mehmet Çapraz jî biryara girtinê da. Dadgehê piştre ji sûcê “rêvebertiya rêxistinê” ji bo Yaşar, Çapraz û Şahînoglû biryara beraetê da û ji “endamtiya rêxistinê”  du caran 8 sal û 6 meh cezayê hefsê birîbû.    Dadgehê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” li Tacettîn Safali, Yilmaz Guneylî, Yilmaz Gozyan, Abîdîn Enîş, Naîf Oztekîn, Nazîf Ataman, Necîp Çapraz, Arîf Karay, Sabrî Tumen, Abdulkerîm Akdogan, Songul Ogmen, Suleyman Sabrî Mavî, Abdulhalik Ozdel, Metîn Yaşar, Muhyettîn Onal, Nahîde Yildiz Pulat, Hurşît Altekîn, M. Emîn Seven, Husnu Beşer, Abdulmenaf Duzencî, Abdurrahman Gemîcîoglû, Rûken Yetîşkîn, Cemîl Bor, Husnu Bulgan, Seracettîn Firat, Ahmet Oner û Reşît Orbey 8 sal û 9 meh cezayê hefsê birî.    LI SIYASETMEDARÊ WEFAT KIRÎ CEZA BIRÎN    Dadgehê ji bo 27 kesan biryara şertê kontrola edlî da û berdan. Ji bo Ahmet Oner ê di sala 2017’an di 80 saliya xwe de wefat kirî jî 8 sal û 9 meh cezayê hefsê birî.