‘Ji ber bêdengiya Bexdayê binpêkirinên Tirkiyeyê didomin’ 2024-07-18 12:53:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Hevpeymaniya Fetih, Elî Fetlawî, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Huseyîn rexne kir û got ku li gorî berjewendiyên hevpar ên Tirkiye û Hewlêrê tevdigere.    Endamê Hevpeymaniya Fetihê Elî Fetlawî têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyanî da. Fetlawî, bêdengî û bêhelwestiya Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên a li hemberî êrişên dewleta tirk û helwesta PDK’ê rexne kir. Fetlawî, anî ziman ku helwesta Hisên a li dijî êrişên dewleta tirk heman helwesta PDK’ê ye û wiha got: “Bêdengiya Fuad Hisên nîşan dide ku berjewendiyên Hewlêr û Enqereyê hevpar in lewma partiya Mesûd Barzanî jî li hemberî tiştên diqewimin bêdenge.”   Fetlawî, destnîşan kir ku Wezareta Karên Derve ya Iraqê tu helwesteke tund li hemberî binpêkirinên dewleta tirk nîşan nedaye û ji ber bêdengiya Bexda û Hewlêrê, artêşa tirk binpêkirinên xwe yên li ser xaka Iraqê berdewam dike.