Endama Dîwana Serokatiya YNK’ê bertek nîşanî êrişan da 2024-07-18 12:55:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Dîwana Serokatiya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed bertek nîşanî êrişên dewleta tirk da.    Bertekên li dijî êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê tên kirin berdewam in. Endama Dîwana Serokatiya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed li ser medyaya civakî bertek nîşan da. Ehmed, wiha got: “Heke di navbera Hewlêr û Enqereyê de yan jî Bexda û Enqereyê de peymanek hebe, divê mirov berê hêrsa gel bide rayedarên iraqî yan jî kurd. Lê belê heke peymaneke wiha tune be,  gelo wê demê ma hewce nake Tirkiye weke dagirker bê dîtin?”    Bi domdarî Ehmed anî ziman ku êrişên dewleta tirk ên li dijî xaka Iraqê berdewam in û ev tişt parve kir: “Em her roj dîmenên zindî yên êrişên leşkerên tirk ên li dijî gundên kurd û asûran temaşe dikin. Li gorî daneyên jêbawer ên rêxistina şopandin û mafên mirovan a navenda wê DYA’yê, artêşa tirk 15 km’an ketiye nava xaka Herêma Kurdistanê û piranî jê li Dihokê, 238 bombebaran pêk aniye. Xelkê sivîl ê bêguneh neçar dimînin ku malên xwe terk bikin. Ji roja êrişên dewleta tirk dest pê kirin heta niha, herî kêm gef li ser 602 gundan çêbûye. Her wiha di êrişan de dibistanek û dêreke asûran jî hate tunekirin.”