CPT: Yê ku di êrişê de hatiye kuştin pêşmerge bû 2024-07-18 13:04:15   NAVENDA NÛÇEYAN - CPT’yê ragihand ku kesê di bombebarana dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dayî pêşmergeyê teqawid Osman Rijdî Mîrweysiye ye.    Dewleta tirk noqteyeke li ser sînorê bajarokê Şêladizê ya navçeya Amediyê ya Dihoka Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de Osman Rijdî Rêkanî (32) jiyana xwe ji dest da. Yekîneyên Avakirina Aştiya Civakî (Community Peacemaker Teams-CPT) têkildarî hûrgiliyên êrişê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal agahî parve kir. CPT’yê da zanîn ku kesê jiyana xwe ji dest dayî pêşmergeyeke teqawid ê ji eşîra Rêkaniyan e.    CPT’yê da zanîn ku dema Rijdî Mîrweysiye bi mêşên xwe yên hingiv re eleqedar dibû, di bombebaranê de hatiye kuştin.