DFG: Em hedef nîşandana rojnamevan şermezar dikin 2024-07-18 13:10:59   AMED - Rojnamevan Sadik Topaloglû ji ber dosyaya xwe ya beriya niha jê dihate darizandin dîsa hate girtin. DFG’ê hedef nîşandana Topaloglû şermezar kir.    Rojnamevan Sadik Topaloglû û hevalê wî Mehmet Savaş ku di 10’ê tîrmehê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin, di 13’ê tîrmehê de hatin girtin. Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî hedef nîşandana Topaloglû û Savaş a ji aliyê medyaya desthilatê ve daxuyanî da.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rojnamevan Sadik Topaloglû û hevalê wî Mehmet Savaş di 13’ê tîrmehê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. Topaloglû di çarçoveya lêpirsîna ku kirin hinceta girtina wî de di sala 2022’yan de hatibû darizandin û 6 sal û 3 mehan cezayê hefsê wergirtibû. Topaloglû yê li ser beyanên şahidekî ku qet tev li danişînan nebû hatibû cezakirin, bi girtina jinûve cara duyemîn hate cezakirin. Weke ku ev jî tê re nake ji aliyê medyaya alîgiriya desthilatê dike ve bi awayekî ‘hucreya îstîxbaratê ya qaşo ya rêxistinê hilweşiya’ hedef hate nîşandan. Topaloglû yê zêdetirî 15 salan e rojnamevaniyê dike, dema pêvajoya darizandina wî didome û karîneya mesûmiyetê hatiye binpêkirin û hedef hate nîşandan. Em vê yekê şermezar dikin. Em careke din destnîşan dikin ku li li hawîrdoreke ku hiqûq tune tê hesibandin, karîneya mesûmiyetê ji holê hatiye rakirin û hemû beşên mûxalefetê ji aliyê desthilatê ve bi gotinên ‘teroristiyê’ tên krîmînalîzekirin em ê rojnamevanan û rojnamevaniyê biparêzin. Divê rojnamevan Topaloglû yê heke neyê dermankirin bi windakirina çavên xwe re rû bi rû ye dmemildest bê berdan.”