Li dijî dagirkeriyê banga têkoşîna hevpar 2024-07-18 15:54:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê bang kir ku hebûna leşkerî ya dewleta tirk a li Herêma Federe ya Kurdsistanê tavilê bê bidawîkirin.    Bertekên li dijî êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî xaka Herêma Federe ya Kurdistanê hatine destpêkirin didomin. Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) li dijî êrişan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku îktîdara AKP-MHP’ê bi sorkirina şer re bingeha tevgera dagirkeriyê di qada navxweyî de amade kiriye. Bi domdarî hat gotin ku hewldanên Erdogan ên di demên dawî de yên ji bo Beşar Esad nîşan didin ku ev tevgera dagirkeriyê dê berfireh û domdirêj be.    BANGA PIŞTEVANIYÊ    ADGB’ê diyar kir ku dewleta tirk destûr ji NATO’yê girtiye û wiha got: “Hikûmeta AKP-MHP’ê hewl dide tevgera azadiyê ya kurd têk bibe û teslîm bigire. Pêşîlêgirtina vê hedefê, peywira me şoreşger, sosyalîst, komunist û welatparêzan e. Divê leşkerên tirk tavilê ji başûrê Kurdistanê vekişin. Divê em di têkoşîna li dijî emperyalîzm, faşîzm û her cureyên paşverûtiyê dudil tevnegerin û piştevaniyê bidin gelan. Divê em bibiryardarî tevbigerin.”