Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê li Rihayê panel li dar xist 2024-07-18 21:32:42           RIHA - Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê bi minasebeta salvegera Komkujiya Pirsûsê panel li dar xist.      Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê panela bi sernavê "Têkoşînên edaletê û wezîfeyên me" li dar xist. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, Hevseroka Federasyona Meclisên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Berfîn Polat, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî û gelek kes tev li panelê bû. Wêneyên 33 qurbaniyên komkujiyê li eywanê hatin daliqandin.    Panelê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Belgefîlma ku behsa komkujiyên Amed, Pirsûs û Enqereyê dike hat nîşandan.    Piştî nîşandana panelê axaftin hatin kirin.    Hevseroka SGDF'ê Berfîn Polat bi bîr xist ku 9 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn û da zanîn ku rêxistina hovane di salvegera Şoreşa Rojava de êrişê pêk anî. Polat destnîşan kir ku tişta ku herî zêde dewlet jê ditirsiya Şoreşa Rojava bû û dewletê xwest bi komkujiyê bersivê bide şoreşê û got: "Doza Kobanê ya kumpasê jî mînaka vê yekê ye. Komkujiya Pirsûsê komkujiyek ciwanan bû."      Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar jî diyar kir ku piştî komkujiyên DAIŞ'ê vê carê endam û parlamenterê AKP'ê jî li dijî malbata wî heman komkujî pêk anîn û behsa pêvajoya dozê-darizandinê kir.    Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol jî axivî û behsa pêvajoya darazê ya komkujiyê kir.