Li Stenbol û Colemêrgê nobedên dijqeyûm: Gelê kurd wê serê xwe netewîne 2024-07-18 22:50:18   STENBOL/COLEMÊRG - Nobedên li dijî qeyûmê Şaredariya Colemêrgê li Stenbolê û Colemêrgê berdewam dikin. Di nobedan de peyama "Wê gelê kurd li ber qeyûm û desthilatdariyê serî netewîne" hat dayîn.    Nobedên li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê li Stenbolê û Colemêrgê berdewam dikin.   STENBOL   Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê nobeda li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê ya li Meydana Şîşxaneyê ya li Beyoglûyê di roja 38'an de berdewam kirin. Çalakvanan di nobedê de wek her roj tîşortên "Qeyûm bicehime" li xwe kirin û nerazîbûna xwe ya li dijî qeyûm dan nîşandan.    ‘GELÊ KURD TU CARÎ SERÎ NETEWAND'    Hevşaredarê Sêrtê Mehmte Kaysi di nobedê de axivî û diyar kir ku gelê kurd bi salane li dijî polîtîkaya tunehesibandinê têdikoşe û got: "Tevî hemû hîle û lîstikên wan jî gel di hilbijartinê xwe de xwedî li îradeya xwe derket. Tevî hemû êrişên wan jî gel xwedî li îradeya xwe derket. Bila ev baş bê zanîn, gelê kurd tu carî serê xwe netewand û wê li dijî qeyûm û desthilatdariyê jî serê xwe netewîne."    Endamê Partiya Demokrasiyê ya Karkeran Sedat Dûrak jî axivî û got ew ê heta dawiyê li cem têkoşîna gelê kurd cih bigirin.    COLEMÊRG   "Nobeda rêzgirtina ji îradeyê re" ya li Colemêrgê hatiye destpêkirin jî di roja 14'emîn de li ber Bazara Gel a Colemêrgê berdewam dike. Komên ku duh ji navçeya Gimgima Mûşê û navçeya Qelqeliya Wanê hatibûn nobedê dewr girtibûn û Îro jî nobedê bi van koman berdewam kir. Li qada cihê nobedê pankartên bi nivîsa "Em ê tecrîdê rakin, qeyÛman bişînin", "Ne qeyûm ne jî tecrîd ji bo gelê kurd azadî", "Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê" û "Qeyûm qeyûm e, em ê rê nedin qeyûm" hatin daliqandin.    Di nobedê de stran hatin gotin û gelek welatiyên ji Colemêrgê jî tev li coşa nobedê bûn.