Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Em kesek jî bimînin wê têkoşîna me ya edaletê bidome 2024-07-19 09:04:11   STENBOL - Malbatên qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê diyar kirin ku li Tirkiyeyê lêgerîna edaletê bûye tişta herî zor û ew kesek jî bimînin dê dest ji têkoşîna edaletê bernedin.    Malbatên qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê k udi 20’ê Tîrmeha 2015’an de pêk hatibû, bi rasthatina salvegera komkujiyê ji ajansa me re axivîn.    Yek ji qurbaniyan jî Vatan Budak ê 22 salî bû. Bavê wî Mûrat Budak û Yasemîn Boyraz ku dayika wê Nazligul Bahar Boyraz di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû, axivîn.    ‘EM BI LAWÊ XWE SERBILIND BÛN’    Mûrat Budak behsa kurê xwe kir û got jiyana lawê wî tije têkoşîn bû û lawê wî di hemû komkujiyên diqewimîn de gelek hesas bû. Budak bi bîr xist ku lawê wî çûye gundê Roboskî û navçeya Somayê serdana malbatên karkerê ku hatin qetilkirin kiriye û got: “Lawê min qetlîamekî qebûl nedikir. Gelek hesas bû. Nedixwest zarok bên kuştin. Dema ku got ez ê biçim Kobanê em pê serbilind bûn.”    ‘DINYA BI SER ME DE HILWEŞIYA’    Budak anî ziman ku dema wan bihîstiye lawê wan di komkujiyê de miriye dinya bi ser serê wan ve hilweşiyaye û ev dinya her tim bi ser serê kesên baş ve hildiweşe.    ‘EM KESEK JÎ BIMÎNIN EM Ê TÊBIKOŞIN’    Budak diyar kir ku berpirsyarê sereke yê gelek qetlîamên ku li Tirkiyeyê hatine kirin dewlet e û wiha got: "Ne tenê Komkujiya Pirsûsê, komkujiyên Enqere, Amed û Edeneyê jî ji bo berjwendiyan ji aliyê desthilatdariyê ve hatin kirin. Desthilatdariya AKP'ê komkujiyên ku kiriye qebûl dike. Em weke malbatên qurbaniyan li pey doza zarokên xwe ne. Heta kesek jî ji me bimîne em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Heta ku berpirsiyar bên darizandin wê têkoşîna me bidome. Kujer nayên darizandin. Malbat hatin darizandin. 9 sal in darizandin dewam dike. Îro tişta herî zor li Tirkiyeyê pêkanîna edaletê ye. Em ê her li ber vê bêhiqûqiyê têbikoşin û xwe bi rêxistin bikin.”    'DAYIKA MIN BI HÊVÎ BÛ’   Yasemîn Boyraz jî bi bîr xist ku dayika wê Nazligul Bahar Boyraz di komkujiyê de miriye û dayika wê kedkar û jiyanê diparêz û di heman demê de jinek demokrat bû. Boyraz got jiyana dayika wê her têkoşîn bû û ew her tim bi hêvî bû û bi vê hêviyê jî biryar girt ku biçe Kobanê. Boyraz da zanîn ku ji bo dayika wê biçe Kobanê û cil û bergan bide zarokên Kobanê bi kêfxweşiyek mezin çû û ew kêfxweşî û hêviya wê negihîşt serî.    ‘EDALET TUNE YE’    Boyraz bal kişand ser hûrguliyên dozê ku 9 sal in didome û destnîşan kir ku delil nehatin komkirin, daxilî dosyeyê nehatin kirin û kujer hatin parastin. Boyraz anî ziman ku li Tirkiyeyê edalet tune ye û li dijî bêedaletî û bêhiqûqiyê banga têkoşîna hevpar li partiyên siyasî û rêxistinên sivîl kir.    MA / Ferhat Sezgîn