'Gelê kurd wê hesabê êrişan ji PDK’ê bipirse’ 2024-07-19 09:28:41 AMED - Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê da û got: “Êriş bi piştevaniya PDK’ê pêk tên. Wê gelê kurd hesabê vê yekê ji PDK’ê bipirse.”  Êrişên Tirkiyeyê yên dijwar ên li ser axa başûrê Kurdistanê bênavber berdewam dikin. Êriş bi hevkartiya PDK’ê tên kirin. Gelê kurd jî hêrs û nerazîbûnê nîşanî êrişên Tirkiyeyê û hevkartiya PDK’ê dide.    Hevserokê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz êrişên li ser başûrê Kurdistanê pêk tên nirxand û diyar kir ku şer polîtîkaya dewletê ya sedsalî ye dewam dike û got: “Desthildatdariya AKP-MHP’ê li derveyî sînorê xwe jî mafê jiyanê yê kurdan nas nake. Kurdên ku dixwazin jiyanek din ava bikin, bi êrişan re rû bi rû dimînin. Êrişên di demên dawî de bi dijminatiya li hember kurdan û qirkirinê pêk tên.”    ‘WÊ GELÊ KURD HESAB JI PDK’Ê BIPIRSE’    Gurbuz destnîşan kir ku "PDK bûye navenda têkilî û şêwirmendiya AKP û MHP'ê" û wiha axivî: “Em dikarin bibêjin ku hemû danûstandin û mafên jiyanê yên li wir pêk hatin, pêşkêşî Tirkiyeyê û hikûmeta AKP-MHP'ê tên kirin. PDK'ê, diviyabû tifaqa gelê kurd ava bikira lê tişta ku em jê re dibêjin ‘birakujî’ pêk tîne. Gelê kurd wê hesabê vê yekê ji PDK'ê bipirse. Gelê kurd teqez vê piştevaniya PDK’ê ya ji bo AKP-MHP’ê wê qebûl nake. Divê her kesên li dijî şer bêdeng nemînin û li ber vî şerê AKP-MHP’ê rabin. Ev şer û êriş li dijî mafê jiyana xelkê me yê Başûr e. Bombebarankirina gund û deverên xelkê me nayê qebûlkirin.”