Rojnameger Topaloglû: Ji dosyayeke mukerrer komplo çêkirin 2024-07-19 09:52:50   STENBOL - Rojnameger Sadik Topaloglû ji girtîgehê peyam şand û got ku ji dosyayeke mukerrer li hemberî wî komplo hatiye çêkirin.    Rojnameger Sadik Topaloglû di 13’ê tîrmehê de li Stenbolê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û niha li Girtîgeha Hejmar 5 a Marmarayê tê ragirtin. Topaloglû, têkildarî girtina xwe peyamek şand. Topaloglû, diyar kir ku di çarçoveya dosyayeke mukerrer de li wî “komplo” hatiye kirin û hatiye girtin. Topaloglû ev tişt anî ziman: “Sedema girtina min bi temamî ji dosyayeke mukerrer e. Ev dosya ya sala 2019’an e. Dîsa bi komployekê biryara girtinê dan. Lê ev girtin dê nekare heqîqetê veşêre. Rêya heqîqetê, rêya evînê ye. Ez silav û rêzên xwe ji her kesên piştevanî dane min re dişînim.”