Girtiyê hate emeliyatkirin dîsa birin girtîgehê: Piştî 2 mehan jiyana xwe ji dest da 2024-07-19 09:59:26   MÊRSÎN - Malbata Cengîz Dal ê rojekê piştî li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Mêrsînê ji hestiyê kemaxa xwe emeliyat bû û ew şandin girtîgehê, anî ziman ku ji ber piştguhkirina nexweşxane û girtîgehê kurê wan piştî 2 mehan jiyana xwe ji dest daye.    Cengîz Dal ê ji ber sûcekî edlî li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Tarsûsê dihate ragirtin, bi gazina helîna hestî di 23’yê gulanê de li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Mêrsînê ji kemaxa xwe emeliyat bû. Hate diyarkirin ku birîna Dal ê di heman rojê de bi paş ve birin girtîgehê enfeksiyonê girtî ye û ji ber vê yekê di 14’ê tîrmehê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê ya birinê jiyana xwe ji dest daye.    Di rapora Dal ê ji ber bi awayekî baş nehate dermankirin û enfeksiyonê girt jiyana xwe ji dest da de, “mirin adi encama bûyereke edlî de” hate nivîsîn. Malbata Dal a diyar kir ku kurê wan ji ber paşguhkirinê jiyana xwe ji dest daye, dan zanîn ku dê giliyê rayedaran bikin.    ‘EDALETEKE WIHA DIBE?’    Dayika Dal, Gulşen Dal wiha got: “Dilê min dişewite. Kurê min ê bavê 6 zarokan bi wî halê wî yê nexweş di girtîgehê de girtin. Ji ber bijîjkî gotiye ‘em li betlaneyê ne nikarin lê binêrin’ kurê min ê bi wî halê xwe yê nexweş ve çû nexweşxaneyê dîsa bi paş ve şandin cihê mirinê (girtîgehê). Kurê min got ‘Ma tu bijîjkên din nînin ku tevî van birînên min, bêyî dermankirinê min dişînin’. Xwedê heqê kurê min li cem wan nehêle. Ez ji bijîjkê ku kurê min emeliyat kir û rêveberiya girtîgehê heta mirinê dozdar im. Edaleteke wiha dibe?”   ‘JI BER EVRAQÊN KÊM NEHATE DERMANKIRIN’    Kekê Dal, Mehmet Dal, da zanîn ku birayê wî ji ber sûcekî edlî 8 sal bûn girtî bû û ji ber helîna hestiyê kemaxa wî di 20’ê gulanê de ji bo emeliyatê birin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Mêrsînê li wir di qawişa girtiyan de ragirtin û di 23’yê gulanê de hate emeliyatkirin. Dal, bi lêv kir ku birayê wî piştî emeliyatê sê saetan dîsa şandin girtîgehê û anî ziman ku ji ber şûna li nexweşxaneyê bê ragirtin li qawişeke 30 kesî hate ragirtin enfeksiyonê girt. Dal, diyar kir ku beriya mirina birayê wî sê rojan ewilî ew birine Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Mêrsînê dû re bi hinceta “evraqên kêm” bêyî ku were dermankirin dîsa birine girtîgehê û got: “Piştî ku di qawişa 30 kesî de ji ser hişê xwe diçe û tê asta mirinê dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê. Tevî mudaxileya li wir hate kirin jî birayê min nikare bê rizgarkirin. Ji ber bijîjkan û rêveberiya girtîgehê birayê min di temenê xwe yê ciwan de jiyana xwe ji dest da.”   ‘PAŞGUHKIRINÊ BIRAYÊ MIN KUŞT’    Xwişka Dal, Aysel Dal jî anî ziman ku birayê xwe li nexweşxaneyê dît, tevî ku rewşa wî nebaş bû jî nehate dermankirin û wiha got: “Paşguhkirina bijîjk û rêveberiya girtîgehê birayê min kuşt. Cengîzek mir bila tu Cengîzên din nemirin. Bila herkes xwedî li girtiyan derkeve. Em ji nexweşxaneyê jî ji girtîgehê jî dozdar in. Li pey xwe 6 zarok hiştin. Çi heqê wan hebû? Bijîjk bi tu awayî nexwest ku bi me re hevdîtinê bike û dengê me bibîhize. Hem emeliyat xelet bû hem jî birayê min li girtîgehê enfeksiyon girt. Kesê ku emeliyat dibe sê saetan li nexweşxaneyê tê ragirtin.”   ‘EM DOZDAR IN’    Xwişka Dal, Hatîce Oral jî diyar kir ku kekê wê piştî emeliyatê li wan geriyaye û diyar kiriye ku “Ta tê min, dilê min naçe xwarinê nikarim xwarinê bixwim” û wiha got: “Ez bang li Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Dadê dikim; Nexweşekî enfeksiyon girtî çiqas dikare di şertên girtîgehê de bitendurist bimîne? Dikare çiqas sax bimîne? Dikare çiqas were dermankirin? Dilê me dişewite. Avekê bi vî dilê me de bikin. Di nava vî karî de tiliya kê hebe bila cezayê heq dikin bigirin. Kezeba me şewitî bila kezeba wan jî bişewite. Em ji girtîgehê û bijîjkan dozdar in. Bi taybetî jî ji bijîjkê ku emeliyat kiriye û nexweşxaneyê dozdar in. Kekê bû qurbana paşguhkirinê.”   MA / Abdûlkadîr Ayten - Hamdûllah Yagiz Kesen